Înîsiyatîfa li Iraqê piştgirî da kampanya hevdîtina bi Rêber Apo re
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re.
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re.
Kampanya 'Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' ku ji aliyê Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hate destpêkirin, piştgiriyeke mezin werdigire.
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji kampanyayê ragihand.
Înîsyatîfê anî ziman ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê wateya azad û civaka demokratk û got: “Ev yek jî vê nîşan dide ku karê siyasî milkê civak, netewe, partî yan jî îdeolojiyekê tenê ye. Raman û rêbazeke ya demokratîk, azadî û aştiyê ye.”
Înîsyatîfê de dewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar dike ku Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û civakan ji bo avakirina civakeke demokratîk kar dike.
Di beşeke din a daxuyaniyê de înîsyatîf balê dikişîne ser nêzîkatiya Tirkiye ya ku dixwaze her tiştî bi hişmendiyeke leşkerî ya xwe dispêre hişmendiya Osmanî dixe meryetê. Înîsyatîfê destnîşan kir ku divê Tirkiye dev ji vê kiryarên wêrankarî bîne û guh bide banga Rêber Apo.”
Înîsyatîfê bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ ya Froma Azadî û Aştî ya Ewropayê hatibû destpêkirin û got: “Em Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Iraqê piştgiriya hemû xebatên aştiyê dikin û zextê li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî biçe û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.
Em înîsyatîf piştgiriya xwe ya ji bo kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ didin nîşandan. Em dixwain piştrast bikin ku Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Iraqê beşeke ji têkoşîna mezintir û hevkarî li gel Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ye. Ev hewldana mezin a mirovî nasnameya civakeke şaristaniyê ya ji bo azadiya Ocalan ya ji Girtîgeha Îmralî û destpêkirina rêwîtiyeke nû ya ji bo avakirina civaka demokratîke.”