HRE’yê li Babê li dagirkeran da: 7 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Babê li artêşa Tirk û çeteyên wê da. Hate ragihandin ku di van çalakiyan de herî kêm 7 dagirker hatine kuştin.

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ku hêzên wan li dagirkeran da.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 12ê Tîrmehê de hêzên me li gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê çalakiyeke li dijî baregeh û stargehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encama çalakî û pêvçûnên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû da, 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me dest danîn li ser dûrbînekî şevê ya artêşa Tirk a dagirker, çekek AK-47 kalaşnikof û telefoneke çeteyan.
Çeteyên ku hatine kuştin endamên van koma ne: Koma çete ya Sûltan Murad, Tevgera Ehrar El Şam û El Cebha El Şamiyê."