ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Têkoşîna li dij komên desteka ji Enqerê ji bo ewlekariya cîhanê girîng e'
Forman navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya li navçeya Amûdê ya Qamişlo hate lidarxistin, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. -
Ciwanên Efrînê bi meşeke meşeleyî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
Ciwanên Efrînê û Şehba bi meşek girseyî ya bi meşeleyî li navçeya Ehresê ya Şehba şehîd Garzan, Birûsk û Hawar bibîr anîn. -
Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne!
Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, destnîşan kir ku ji bo derxistina rûyê rast ê DAÎŞ’ê Tirkiye dibe asteng û got: “Tirkiye ya me tehdît dike, dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne.” -
Gaziyên Şoreşa Rojava jî beşdarî Forûma li dijî DAÎŞ’ê bûn
Gaziyên Şoreşa Rojava ku beşdarî forûma li dijî DAÎŞ’ê ya li Qamişloyê bûn peyama “Divê DAÎŞ bê hesab neyê hiştin” û gotin; “Divê her kes bi erka xwe rabe ne tenê QSD.” -
YPG’ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 12 şervanên ku di cih û demên cûda yên salên 2014-2015’an li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn eşkere kir. -
Forûma li dijî DAÎŞ'ê di roja sêyemîn de ye
Forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Qamişloyê di roja sêyemîn de ye. -
Ronakbîr û siyasetmedarên Başûrî: Dewleta Tirk dikeve şûna DAÎŞ'ê
Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî forûma li ser DAÎŞ’ê ya navneteweyî bûn, diyar kirin ku DAÎŞ têk çûye lê dewleta Tirk bi heman armancê dikeve dewrê. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bav û kurê wî revandin
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bav û kûrê wî revandin. -
Forûma Navnetewî: DAÎŞ’ê çavkaniyên aborî talan kirin
Rûniştinên roja duyemîn a forûma navnetewî ya der barê DAÎŞ’ê de ya li Amûdê bidawî bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mahîr li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Debas Abdullah El-Xencer (Mahir) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada veşartin. -
Forûma li dijî DAÎŞ’ê: Rêya çareseriyê modela Rojava ye
Di rûniştina roja duyemîn a Forûma derbarê DAÎŞ’ê ya li navçeya Amûdê ya bajarê Qamîşlo a Rojavayê Kurdistanê de hate gotin ku divê li dijî hişmendiya DAÎŞ’ê mafên hemû bawerî û gelan were parastin. -
Seîd: Metirsiya rêxistina DAÎŞ'ê li ser hemû cîhanê heye
Şiwan Seîd got; “Dema ku li ser siyasetê diaxivin berjewendî esas tê girtin, her kes baş dizane ku metirsiya rêxistina DAÎŞ’ê li ser hemû cîhanê heye.” -
HRE: Li Şêrawa 4 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya li navçeya Şêrawa ya Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Di forûma navneteweyî ya DAÎŞ’ê de li ser aliyên wê hate sekinandin
Forûma navneteweyî ya li ser DAÎŞ’ê di roja duyemîn de didome. Dr. Nîcholas Herras di forûmê de diyar kir ku DAÎŞ bi medyayê re dijminên xwe ditirsîne û ji bo tevlêbûnan propagandayê dike. -
Li Dêra Zorê ji ber teqînekê du zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Ebû Hemam ê li rojhilatê Dêra Zorê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Ji ber teqînê du zarokan jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl jî birîndar bûn. -
Troadec: Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê di qonaxeke nû de ye
Troadec got, "Divê dewletên navneteweyî bi rengekî cidî bibin alîkar ji bo xweseriya demokratîk, heta ku ew bermahiyên DAÎŞ'ê û malbatên wan hem ji bo dadgehkirinê hem jî ji bo milê madî û mehnewî heta ku ev herêm aram bibe." -
Di forûma der barê DAÎŞ’ê de wê îro 4 rûniştin pêk were
Li Amûdê forûma navneteweyî ya li ser DAÎŞ’ê di roja duyemîn didome. -
‘Êdî DYE, Rûsya û NATO baweriya xwe bi Tirkiyeyê naynin’
Xebatkarê Pentagonê Dr. Mîchael Rûbîn diyar kir ku Tirkiye dixwaze DYE û Rûsyayê bîne hemberî hev û bigihêje hedefên xwe yên siyasî. Rûbîn diyar kir ku ji ber vê polîtîkayê êdî DYE, Rûsya û NATO baweriya xwe bi Tirkiyeyê naynin. -
Jinên Êzidî dixwazin tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin
Ji beşdarên forûma li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Hêza Şengal a YJŞ'î diyar kir, bi navê jinên Êzidî ew dixwazin tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin. -
Çeteyên Enqereyê agir berdan zeviyan
Komên çete yên rejîma Tirk agir berdan zeviyên gundên navçeya Mabata ya Efrînê. -
Dewleta Tirk Şêrewayê bombe dike
Hêzên dagirker ên Tirk gundekî girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi dijwarî bombe dike. -
Forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê sibe dewam dike
Roja yekem a forma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a li Amûdê hate kirin, bi dawî bû. -
Cenazeyê şehîd Feysel Zewada hate veşartin
Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada (Feysel Tebqa) bi merasîmekê veşartin. -
Alzetanî: Dewleta Tirk hevkarê DAÎŞ’ê ye
Siyasetmedar ê ji Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî ê tevlî forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bû got: “Hinek welat hene hevkariyê didin DAÎŞ’ê yek ji van jî Tirkiyeye.” -
Şehîd Îbrahîm El Hecî li Minbicê spartin axê
Cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El Hecî (Şêx Îbrahîm) li Minbicê bi merasîmeke heybet spartin axê.