Îran wê pêşniyara xwe pêşkêşî DYE'yê bike
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku welatê wan, wê di demeke kurt de pêşniyara xwe ya têkildarî peymana nukleerî pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bike.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku welatê wan, wê di demeke kurt de pêşniyara xwe ya têkildarî peymana nukleerî pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bike.
Tehranê ragihand ku pêşniyar wê bi rêya Ûmmanê pêşkêş bike ku bi erka navbeynkariyê radibe û got, "Pêşniyar aqilane, hevseng û maqûl e." Her wiha bang li Washingtonê kir ku vê firsendê bi kar bîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Îsmaîl Bakeyî di civîna çapemeniyê ya heftane de ragihand ku pêşniyara Emerîkayê ya heyî "kêm e" û ji ber vê yekê Îran pêşniyara xwe amade dike.
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi rêya Ûmmanê ji meha Nîsanê ve pênc tûrên danûstandinan kir. Lê belê herdu alî di mijara dewlemendkirina ûranyûmê de xwedî fikrê cuda ne. DYE ji Îranê dixwaze ku vî karê xwe bi temamî rawestîne, Tehran jî diyar dike ku di çarçoveya Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de xwedî vî mafî ye.