ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk herêma daristan a gundê Sixûnekê şewitand
Di bombeberana Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan bombeyan li gundên Sixûnekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê barand. Piştî bombeberanê daristanê li gundê Sixûnekê şewat derket. -
Li Kobanê çalakiya mertalên zindî didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 15’an de didome. Partiyên siyasî diçin serdana çalakgeran. -
Li Mergedêya Hesekê teqîn: Xisara maddî çêbû
Li bajaroka Mergedê ya Şedadêya Hesekê vê sibehê motorbisiklêtek teqiya ya ku bombe lê hatibû barkirin. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat. -
Artêşa Tirk li sînorê Girê Spî tevgera xwe ya leşkerî zêde kir
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Girê Spî yê Rojava amadekarî û tevgera xwe ya leşkerî zêde dike. -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li 3 gundên Şêrawayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan bombeyan li gundên Sixûnekê, Meyasê û Zirneîtêyî yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Operasyona QSD'ê li DAÎŞ'ê: 30 çete hatin girtin
QSD'ê li bejahiya Dêrazorê bi ser 21 cihên veşartî yên DAÎŞ'ê de girt. Di operasyonê de 30 endamên çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Ciwanên ji Girê Spî: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Ciwanên Ereb, Kurd û Ermen ên li Girê Spî diyar kirin ku wan li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadekarî kirine û gotin, wê rê nedin dagirkeriyê. -
Mayîn bi wesayîta mertalên zindî ve teqiya
Mayîn bi wesayîta çalakgerên mertalê zindî yên ku li ser xeta sînorê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di çalakiyê de bûn, teqiya. Di teqînê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. -
Li Efrînê 33 kesên ku hatine revandin agahî ji wan nîne
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê van du rojên dawî 33 kes revandin. -
Berhemên dîrokî yên ji Efrînê tên derxistin dişînin Tirkiyeyê
Dewleta Tirk a dagirker berhemên dîrokî yên ji Efrînê derdixîne dişîne Tirkiyeyê. -
Mistefa: Hêzên navneteweyî bila li ser me bazarê nekin
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa ji hêzên navneteweyî xwest, ku li dijî gefên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û bes bazariyê li ser gelên herêmê bikin. -
Li Efrînê li gundekê bi dehan kes hatin revandin
Dewleta Tirk û çeteyên xwe li gundekî yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê bi dehan sivîl revandin. -
Rejîma Tirk zeviyên çandiniyê ya Girê Spî di bin avê de hişt
Dewleta Tirk a dagirker qepaxên bendavê vekir, li Girê Spî 2 hezar hektar ên çandiniyê û bi sedan mal man di bin avê de. -
Şehîdê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef veşartin
Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema li ser erka xwe di encama krîza dil de şehîd bbbû, bi merasîmekê veşartin. -
Li Girê Spî çalakiya gel a li dijî dagirkeriyê didome
Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk di roja 12’an de didome. -
Artêşa Tirk bejahiya gundên Şêrawa bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker bejahiya gundên Benê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran dike. -
Li Hesekê bombe bi wesayîtekê ve teqiya
Li gundê Seeda yê Mergedêya Hesekê bombe di wesayitekê de teqiya. Di vê teqînê de 13 şervan birîndar bûn. -
Şêniyên Hesekê cangoriyên azadiyê spartin axê
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Mîrxas Kobanê û şehîd Hîşam Bobî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir kirin. -
HRE: Li Mareyê 6 terorîst hatin kuştin
HRE'yê ragihand, di 28'ê Tîrmehê de li Mareyê li dijî baregeh û stargeha çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 6 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne. -
Li Efrînê kesek hate revandin: 150 hezar dolar fîdye tê xwestin
Koma çeteyan a bi navê Tûgayên Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk li gundê Marsewa yê Şeraya Efrînê kesê bi navê Azad Mihemed Şêxo revand. -
Hevdîtinên 'herêma ewle' sist in, gel jî li ber xwe didin
Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didome. Ji bo koalîsyonê jî karê sereke DAÎŞ e. -
Li Serêkaniyê ji QSD û Koalîsyonê dewriyeyên hevpar
Îro Yekîneyên QSD û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê dewriyiyên hevpar kirin. -
Li Efrînê teqîn
Li taxa Mahmûdiyê ya Efrînê teqînek çêbû. -
Li Dêra Zorê operasyona li dijî hucreya DAÎŞ'ê
Li gundê Ebû Hemamê yê Dêra Zorê, hêzên QSD'ê li dijî hucreya çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de 20 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Vaye dijminên daran ên li Efrînê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê sûcên şer dikin û xwezayê talan dikin. Li Mabetayê gundî hatin revandin, li Bilbilê dar hatin birîn.