Artêşa Tirk a dagirker li girê dîrokî yê Cindirêsê baregeh ava kir
Artêşa Tirk a dagriker li ser girê Kaş yê navçeya Cindirês a Efrînê baregeha leşkerî ava kir.
Artêşa Tirk a dagriker li ser girê Kaş yê navçeya Cindirês a Efrînê baregeha leşkerî ava kir.
Artêşa Tirk li navçeya Cindirês a Efrînê komkujiyek din a dîrokî kir. Li gorî agahiyan artêşa dagirker li girê Kaş yê navçeya Cindirêsê baregeha leşkerî ava kir.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker dîwarekî bi bilindahiya 3 metreyan li gir lê kir.
Artêşa Tirk a dagriker herî dawî di navbera navçeya Cindirês û Gundê Til Silor baregehek û li gundê Derwîş a navçeya Racoyê jî baregehek ava kiribû.