ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serlêdana malbatê ya ji bo Ocalan hate redkirin
Serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate redkirin. -
Malbatên girtiyan ên li Bakirkoyê: Em ê her roj werin!
Polîsan nehiştin ku malbatên girtiyan li Bakirkoyê çalakiyê li dar bixînin. Malbatan gotin ku “Hûn çi bikin jî, em ê her roj werin.” -
Li Gebze û Edene malbat li ber xwe didin
Li Gebze û Edene malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne li ber xwe didin. -
Jina bi zorê bi cerdevan re zewicî xwe kuşt
Jina bi navê F.Y a cerdevan Umît Yalçintûna destdirêjî wê kir û bi darê zorê li gel zewicî, xwe kuşt. -
Başaran: Wê hesabê êrîşên li ser dayikan were pirsîn
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayikan da û diyar kir ku ev êrîş bi fermanên desthilatdariyê tê kirin û ew ê hesabê van êrîşan were pirsîn. -
Malbatên girtiyan: Rengê hêstirên dayikan ne cihê ne
Malbatên girtiyan ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, gotin, ‘’Di roja dayikan de diyariya herî xweş zarokên me ne. Tecrîd ranebe, wê cenazeyên zarokên me derkevin.’’ -
''Her dever divê bibe qada berxwedanê'
Şukran Aydin a ku ji bo tecrîd rabe ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye got, ''Divê her dever bibe qada çalakî û berxwedanê. Gelê me di vê pêvajoyê de divê hemû bar li ser milê dayikan nehêle.'' -
ROJEVA 11'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulanê.. -
Çalakiya dayikan a li Esenyûrtê didome
Dayik û xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, li rê û kolanên Başakşehîrê meş û li Esenyûrtê çalakiya rûniştinê pêk hat. -
Di protestoya tecrîdê de 9 kes hatin destgîrkirin
Polîsan êrîş bire ser çalakiya Platforma Jinên Enqerê ya bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 9 kes destgîrkirin. Wekîlên HDP’yî jî hatin derbkirin. -
Dema li Emînonu çalakî kirin hatin destgîrkirin
Polîsan êrîş bire ser kesên li Emînonu ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ‘Xeleka jiyanê’ çêkirin, kirin. Polîsan Zeyneb Kûray jî di nav de 7 çalakvan destgîrkirin. -
Ji bo girtiyên rojiya mirinê sepandina hevdîtina bi kamerayê
Hat sepandin ku hevdîtina parêzeran a bi girtiyên ketine rojiya mirinê yên li Girtîgeha Kandirayê bi kamarayê bê şopandin. Parêzeran anî ziman ku mafê muwkîlên wan tên binpêkirin, hevdîtin pêk neanîn. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. -
Malbat dîsa li pêşiya girtîgeha Gebzeyê bûn
Dîsa polîsan pêşiya dayikên girtiyan ên ji bo zarokên xwe li Girtîgeha Gebzeyê di nava çalakiyan de ne, asteng kirin. Malbatan peyama ‘em ê çalakiya xwe bidomînin’ dan. -
Li dinyayê zêdeyî 41 milyon kes li nava welatê xwe koçber in
Li gorî raporeke IDMC, ji her demê bêhtir mirov ji ber şer û karesatan li welatên xwe koçber bûne. Di raporê de hate ragihandin, hejmara mirovên sala 2018'an bûn mexdûrê koçberiya navxweyî, 41.3 milyon kes derbas kiriye. -
ÎHD û TÎHV'ê li ser tecrîdê daxuyanî dan
ÎHD û TÎHV li dijî bêdengiya li bara tecrîdê û rojiya mirinê helwest nîşan da û got, ''Asêbûn û rewşa neçareseriyê fikaran çêdike''. -
Li Bakirkoyê malbatên girtiyan hatin destgîrkirin
Dayikên girtiyan ên xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin, bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk. Di encama êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Kûbîlay: Hevdîtin girîng e, lê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir, hevdîtina li Îmraliyê girîng e, lê belê divê tecrîd tavilê bi temamî bi dawî bibe. -
YJKE'yê ji bo çalakiya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJKE), ji bo balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê bang li her kesî kir ku roja Şemiyê li Dusseldorfê tevlî çalakiya "Bi 7 hezar kesî xeleka ji mirovan a 7 hezar metreyî" bibin. -
AvEg-Kon: Em xwedî li berxwedanê derkevin; li Dusseldorfê bin!
AvEG-Konê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê tevlî meşa girseyî bibin. -
Prof. Dr. Fînancî: Kirinên li Imraliyê êşkence ye
Seroka THÎV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fînancî diyar kir tecrîda li Imraliyê hem li dijî peymanên navnetewî ye û hem jî li dijî destûra Tirk e û got, ''Ev êşkence ye''. -
Tecrîd li Barcelonayê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Barcelonayê li ber Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin. -
Êrîşên li dijî dayikan hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan, li bajarên Dusseldorf, Frankfurt û Essenê hatin şermezarkirin. -
'Bedena wan dihele, em jî li derve dihelin'
Yuksel Şahîn ku kekê wê Mûstafa Sarikaya 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide, got, "Bedena wan dihele, em jî li derve dihelin." Şahîn bang li Tirkiye û welatên Ewropayê kir ku gavê biavêjin. -
'Kêr êdî li ser hestî ye'
Ji berxwedêrên rojiya mirinê Asli Dogan destnîşan kir, di qonaxa heyî ya berxwedanê de gilî û gazin têrê nakin û got, "Kêr li ser hestî ye. Çi ji destê kê tê divê bike."