Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir
Îranê li dijî êrîşa DYA’yê ya li tesîsên nukleerê yên Fordow, Natanz û Îsfahanê bi fuzeyan êrîşa baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir.
Îranê li dijî êrîşa DYA’yê ya li tesîsên nukleerê yên Fordow, Natanz û Îsfahanê bi fuzeyan êrîşa baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir.
Di roja 10’emîn a şerê di navbera Îsraîl û Îranê de DYA’yê bi balafirên şer tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê hedef girt. Îranê jî piştî êrîşa DYA’yê bi 6 fuzeyan êrîşî baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir.
Li nêzî baregehê dengê teqînan hat bihistin. Lê der barê windahiyên giyanî û malî de ti agahî nehatin bidestxistin.
Qatarê bi demkî qada xwe ya hawayî ji firînê re girt. DYA û Îngilistanê bang li welatiyê xwe kir û gotin: “Di sitargehan de bimînin.”
Rêveberiya Qatarê êrîşa Îranê ya li ser Baregeha El-Udeyd wekî “binpêkirina eşkere ya serweriyê” binav kir û ragihand ku mafê bersivdanê yê xwe diparêze.
Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê daxuyaniyek da û got: “Ti xeteriya vê çalakiyê ji welatê Qatarê yê dost û bira re nîne.”
Li aliyê din jî Behrayn û Kuweytê jî ji ber metirsiya bersiva Îranê ya li hember êrîşên DYE’yê, ragihandin ku qada xwe ya bi demkî ji girtiye.