Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Gravê dimînin, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Herî dawî Mehmet Ocalan 12’ê çile li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.