Êrîşên li dijî dayikan hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan, li bajarên Dusseldorf, Frankfurt û Essenê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, girseya gel ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiya û çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de xwedî li berxwedana Dayikên Aştiyê hate derxistin. Jinan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Dayikên Aştiyê şermezar kirin û xavikên spî dan serê xwe. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê ya serdema 26'an Besîme Konca jî tevlî çalakiyê bû.


 
FRANKFURT

Li bajarê Frankfurtê jî êrîşên li dijî dayikan hatin şermezarkirin.

Kurdistanî li Frankfurtê û bajarên derdorê li hev civiyan û êrîş li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire dîktator Erdogan" hate qîrîn û daxwaz hate kirin ku êrîş tavilê bi dawî bibin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk hat û êrîşên li dijî dayikan hatin şermezarkirin.

Jinan xavikên spî dan serê xwe û dirûşmên "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Di çalakiyê de belavokên li ser hatin xwendin û belavkirin.