Jina bi zorê bi cerdevan re zewicî xwe kuşt

Jina bi navê F.Y a cerdevan Umît Yalçintûna destdirêjî wê kir û bi darê zorê li gel zewicî, xwe kuşt.

Li gorî nûçeya ANF’ê ya di meha Çileyê de hatibû weşandin, li gundê Akocak ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê jina 15 Çileyê nexweşketibû û rakiribû Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Jina ciwan a bi mudaxeleyan baş bû, doxtor anîbû ziman ku sercerdevan Umît Yalçintûna destdirêjî keça ciwan kiriye û cerdevan hatibûn destgîrkirin.

DESTDIRÊJÎ KIRIBÛ Û ZEWICANDIN

Sercerdevan Umût Yalçintûna piştî hate berdan û şûnde li ser gefan, bi darê zorê F.Y li gel zewicî. Piştî bihîstina bûyerê û şûnde xizmên F.Y ev gotibûn: “Sercerdevan gefê li me dixwe, dibêje giliyên xwe bidin sekinandin. Ji me re dibêjin ku li pişt me dewlet heye. Lê em ê dev ji giliyên xwe bernedin. Niha Yalçintûna hatiye destgîrkirin û fikarên me ev e ku serbest were berdan.”

NEÇARÎ XWEKUŞTINÊ KIRIYE

Tevî hemû astengiyan jî F.Y bû hevjîna çaran a cerdevan Umît Yalçintaş. Bavê Umît Yalçintûna yê cerdevane ne dixwest kurê wî li gel F. Y bizewice. F.Y duh di saetên sibê de xwe kuşt. Cerdevan anî ziman ku dilê wê rawestiyaye û wisa miriye. Lê xizmên F.Y diyar kir ku neçarî xwekuştinê kiriye û ti nîşaneyê sekinîna dil tine ye.

Karûbarên otopsiya cenazeyê F.Y a rakirine Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê didomin.