AvEg-Kon: Em xwedî li berxwedanê derkevin; li Dusseldorfê bin!
AvEG-Konê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê tevlî meşa girseyî bibin.
AvEG-Konê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê tevlî meşa girseyî bibin.
Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê û ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de işaret bi berxwedana li Ewropa, Kurdistan û girtîgehên Tirkiyeyê ya li dijî tecrîdê hate kirin û hate gotin, "Tecrîd êşkence ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye; divê tavilê bi dawî bibe."
Di daxuyaniyê de hate gotin, li gel her şêwe lîstik û manevrayên dewletê, berxwedan bi biryardarî didome û heta tecrîd bi dawî nebe wê berxwedan jî bi dawî nebe.
'JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ Û PARASTINA JIYANÊ'
AvEG-Konê destnîşan kir, kesên li pêşberî berxwedanê bêdeng in wê nikaribin xwe ji berpirsyariya ji ber mirinên rû bidin rizgar bikin û bang kir:
AvEG-Konê bi bîr xist, 11'ê Gulanê wê saet 10:00 li ber gara trenê ya Dusseldorfê girseya gel li hev bicive û ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, 7 hezar kes bi destê hev bigirin û bi rengê xeleka ji mirovan xwe bigihînin heta Parlamenta Dusseldorfê.
Di daxuyaniyê de bang li demokratan, mirovên pêşverû, şoreşger û saziyên welatparêz hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo bidawîkirina tecrîdê û parastina jiyanê em roja Şemiyê saet 10:00 li Dusseldorfê bin."