ROJEVA 11'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê  Gulanê..

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi rojiya mirinê dikin. Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê yên 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

-Şukran Aydin a ku ji bo tecrîd rabe ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye got, ''Divê her dever bibe qada çalakî û berxwedanê. Gelê me di vê pêvajoyê de divê hemû bar li ser milê dayikan nehêle.''

-Eli Dusselforfê ya Elmanyayê ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê wê çalakî werin kirin.

-Ji Koordînasyona KJK’ê Rewşan Mêrdîn got ew ê hesab ji wan polîsan bipirsin ku êrîş birine ser dayikan û got, ‘’Ew polîsên ku li kuçeyan êrîş birine ser dayikan li malên xwe jî wê rehet ranezin’’.

-Malbatên girtiyan ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, gotin, ‘’Di roja dayikan de diyariya herî xweş zarokên me ne. Tecrîd ranebe, wê cenazeyên zarokên me derkevin.’’

-Di serdemeke wiha de ku modernîteya kapîtalîst bi hunerê li hunerê dixe, bi Kurdê qelp li Kurdatiyê dixe,  pere bûye fermandarê hunermend, manewiyeta wê hatiye heland, Hozan Mizgîn ku hilmek e, gotebêjiyek e..