Prof. Dr. Abbas Valî: Çekdanîn divê ne şertê pêşî yê aştiyê be, lê encama wê be!

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt nîne û got, "Çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare bibe."

ABBASI VALÎ

Piştî banga 'Civaka Demokratîk û Aştiyê' ya Rêber Apo ku 27'ê Sibatê kir, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biryarên dîrokî wergirt.

Pisporê Navneteweyî Prof. Dr. Abbas Valî ku bi bi karên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdan deng vedaye, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

'PKK'Ê ARMANCA XWE BI CIH ANÎ'

Prof. Dr. Valî işaret bi derbasdariya argumanên Rêber Apo kir ên li ser rawstandina têkoşîna çekdarî û got, "Têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê armanca xwe bi cih aniye. Armanceke vê têkoşînê hebû û ev armanc ji aliyê PKK'ê ve hate pêkanîn. Ev têkoşîna çekdarî dikare demeke dirêj dewam bike; lê belê ji bo ne ji bo Kurdan ne jî ji bo dewleta Tirk bi kêr nayê. Ne Tirk, ne Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ne jî bi giştî tevgear Kurd dikarin bi vî şerê çekdarî bi ser bikevin. Ev şer 20 salên din dikare dewam bike lê belê kes bi ser nakeve. Her wiha divê em vê jî ji bîr nekin: Şert û mercên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn guherîn û ev guherîn jî hin rewşan ferz dike."

'ÇEKDANÎN NABE KU BIBE ŞERTÊ PÊŞÎ YÊ AŞTIYÊ'

Prof. Dr Abbas Valî destnîşan kir ku Kurd di siyaseta sivîl û demokratîk de israr dike, lê dewleta Tirk li gorî ruhê pêvajoyê gavên guncaw neavêje û got, "Li aliyê Kurdan daxwazeke heye ku tevlî pêvajoya demokratîk û sivîl bibe. Lê belê Kurdan gelek gav avêtibin jî hikumetê bersiva van gavan neda. Bi dîtina min, rawestandina têkoşîna çekdarî û çekdanîn du tiştên ji hev cuda ne. Têkoşîna çekdarî dikare bê rawestandin, ji xwe ya ku niha hatiye kirin ew e. Lê belê çekdanîn, yanî teslîmbûna bi temamî cuda ye. Çekdanîn divê di encama danûstandinan de be, ne şertê pêşî yê ji bo danûstandinê be. Dewleta Tirk dixwaze çekanînê bike şertê pêşî yê ji bo destpêkirina danûstandinan; yanî ji bo pêşîvekirina li pêvajoya siyasî, rewakirina PKK'ê û bi rêya nasnameyeke nû tevlî pêvajoyê bike û gavên di wê çarçoveyê de biavêje. Li gorî min, bêyî sozeke dewleta Tirk çekdanîna ji bo pêşîvekirina li pêvajoya siyasî gaveke rast nîne."

'DEWLETA TIRK DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE'

Prof. Dr. Abbas Valî anî ziman ku azadiya Rêber Apo jî di nav de çekdanîn divê bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî bin û got, "Weke ku min got, hincetên ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî rast in. Lê belê meseleya 'çekanînê' ku gava di rojê de ya ji bo vê pêvajoya li Tirkiyeyê ye, bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan û pêşîvvekirina li pêvajoya siyasî di nava van gavan de ne."

'TEVGERA DIVÊ BÊ PARASTIN'

Prof. Dr Abbas Valî destnîşan kir ku dawî li têkoşîna çekdarî bê jî gelekî girîng e ku têkoşîna siyasî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam bike, tevger bê parastin û bi vî rengî dewam kir, "Tevgera ji îdeolojiyê hîn bêhtir girîng e. Tevgera ji hêmanên din hemûyan girîngtir e. Divê ev tevger bê parastin. Armanca stratejîk a tevgera Kurd a li Tirkiyeyê, hewldanên xwe hemû divê ji bo parastina vê tevgerê be. Tevger veguhere pêvajoyeke siyasî jî divê bi vî rengî be. Tevger divê teqez bê parastin.

Ev tevger nebe ne girîngiyeke lîderê wê dimîne, ne jî îdeolojiya wê. Ya destpêkê, beriya her tiştî divê parastina vê tevgerê be. Û ji bo vê jî pêwîstî bi danûstandineke nû û hîn bi bandor a bi dewletê re heye. Divê dewlet di vê mijarê de bê îqnakirin ku çareseriyên erênî hilberîne. Ji aliyê siyasetê ve em niha di asteke nû de ne. Em di asteke welê de ne ku pêngavên dîplomatîk hene, tevgera Kurd di pêvajoya jinûve avabûn û jinûve birêxistinbûnê de ye. Ev rewşa nû wezîfe û berpirsyariyên nû dide lîderiya vê tevgerê. Ew jî ev e: Ji avaniyeke leşkerî derbasî avahiya siyasî bibe, yek ji karên herî zehmet ên siyasetê ev e. Me ev yek li Efrîkay Başûr dît, li deverên din dît, li Vîetnamê, li Efrîkaya Başûr. Lewma Ji bo Tirkiyeyê ji rêxistiniyeke leşkerî-siyasetî derbasbûna li nava rêxistiniyeke siyasî girîng e û ji bo ev yek pêk were divê avaniya vê tevgerê jinûve bê avakirin. Armanca vê jinûve avakirinê divê parastina vê tevgerê be. Weke ku min got: Ti tişt ji vê tevgerê girîngtir nîne."