Başaran: Wê hesabê êrîşên li ser dayikan were pirsîn

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser dayikan da û diyar kir ku ev êrîş bi fermanên desthilatdariyê tê kirin û ew ê hesabê van êrîşan were pirsîn.

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê êrîşên polîsan ên li ser dayikên girtiyan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dayikên girtiyan xwestine li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê, li Sîrkecî û Kûgûlû Parka Enqereyê daxuyaniyê bidin û hate gotin ku “Lê polîsan êrîşî daxuyaniya dayikan kirine. Endamên me yên meclîsa jinan û hevala me ya parêzer Arzû Kayaoglû jî di nav de 45 hatine derbkirin û destgîrkirin.

Vê şîddeta polîsan a li ser dayikan ne dûrî helwesta desthilatdariya siyasî ye, wê hesabê van êrîşên li ser dayikan were pirsîn.”