Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin

Baroya Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz a hate qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn ew ê têbikoşin.

Gulîzar Yildiz 22'ê Hezîranê danê êvarê li restûranta ku lê dixebitî ji aliyê Remzî Kayaalp ve hate kuştin.

Baroyê li ber edliyeya Şirnexê daxuyaniyek da. Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik got, "Kuştina Gulîzar Yildiz ne kêliyek e; encama mejiyekî ye ku bi salan e dewam dike û nayê cezakirin."

Findik diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn ew ê têkoşîna hiqûqî bimeşînin.