Li Gebze û Edene malbat li ber xwe didin

Li Gebze û Edene malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne li ber xwe didin.

Li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya malbatên girtiyan di roja 33’yemîn de hat astengkirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Kes nikare me asteng bike.” 
 
Malbatên girtiyan, ji bo zarokên xwe yên ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, di roja 33’yemîn de xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe li dar bixin. Malbat li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gebzeyê kom bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) piştevanî dan malbatan. Polîsên derdora girtîgehê ku bi rojane dorpêç kirine, malbatên ku bi rê ketin û hatin nêzî girtîgehê asteng kirin. 
 
Malbat ji wesayîtên xwe derketin û xwestin biçin ber deriyê hepsê, lê polîsan nehişt. Malbatan bertek nîşanî helwesta polîsan a astengdar dan û wiha gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Kes nikare me asteng bike. Zarokên me li ber çavê her kesî diçin mirinê. Em dayik nikarin li malên xwe rakevin. Divê însaniyetî vê yekê qebûl neke.” 
 
Nîqaşê demek dom kir û pişt re malbatan bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” li wesayîtên xwe siwar bûn û vegeriyan. 

EDENE

Malbatên girtiyan li Rêxistina Bajêr a Edene ya HDP'ê hatin cem hev û heta bi Parka Îsmet Înonî meşiyan. Rêxistinên civaka sivîl jî destek dan.

Polîsan dora girseya ku li parkê rûniştî pêça, hewl da ku çalakiyê asteng bike. Li gel vê jî malbatan çalakiya xwe domandin, daxwazên zarokên xwe vegotin. Dayikên girtiyan gotin heta ku çalakiya zarokên wan bidome ew ê li malên xwe rûnenin. Dayik Latîfe Aydin got, ''Êdî bes e, rakin vê tecrîdê. Heta kengî ez zilma li ser me wê bidome. Bes e êdî. Bila zarokên me nemirin. Her roj em ê li qadan bin.''

Dayik Vesîl Ulaş jî got, ji bo zarokên xwe ew ê li qadan bin û domand, ''Ez bang li her kesî dikim, zarokên me li ber çavê me heliyan. Ez nikarim li mal razim. Heta ku tecrîd rabe em ê li kuçeyan bin. Heke aramî ji me re nebe ji bo kesî jî wê enbe. Em ê nehêlin ku kes aram be. Heta ku zarokên me birçî bin, heram e ku em li mal rûnin. Her demê em ê li qadan bin.''

Li gel gefên polîsan jî malbat heta bi avahiya HDP'ê meşiyan.