Malbat dîsa li pêşiya girtîgeha Gebzeyê bûn

Dîsa polîsan pêşiya dayikên girtiyan ên ji bo zarokên xwe li Girtîgeha Gebzeyê di nava çalakiyan de ne, asteng kirin. Malbatan peyama ‘em ê çalakiya xwe bidomînin’ dan.

Çalakiya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dan destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam kir. Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun îro destek dan malbatan. Malbat li ber navenda dan û stendinê ya Center a Gebzeyê li hev kom bûn, xwestin bi wesayîtên xwe biçin ber hepsê. Li cihek nêzî hepsê polîsan pêşiya malbatan birî û wan dorpêç kirin. Polîsan destûr neda malbat li ber deriyê hepsê çalakî li dar bixin.

Fatma Kurtulan bi polîsan re nîqaş kir û pêkanînên polîsan ên li dijî dayikan û malbatan pêk tînin wek “bêhiqûqiyê” nirxand û got çalakiyên tên lidarxistin gellek aştiyane ne.

Di kêliya nîqaşê de polîsan nasnameyên malbatan kontrol kir. Polîsan rojnamegeran jî asteng kir û got: “Hûn ne rojnameger in nikarin li vir kişandinê bikin.”

Malbatan jî diyar kir ku heta tecrîd bê şikandinê wê li ber hepsê çalakî li dar bixin û piştî astengiya polîsan malbat ji ber hepsê veqetiyan û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.