Di konferansa 'pêşîvekirina li aştiyê' de 'çareseriya civakî' hate destnîşankirin
Konferansa bi senavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' ji aliyê Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ve li Navenda Çandê ya Eyup Sûltan a li Stenbolê pêk hat.
Konferansa bi senavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' ji aliyê Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ve li Navenda Çandê ya Eyup Sûltan a li Stenbolê pêk hat.
Li gel gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan nûnerên civakî yên sivîl beşdarî konferansê bûn. Di çalakiyê de hate ragihandin ku divê pêvajoya aştiyê jinûve bê avakirin û rêyên çareseriya demokratîk bêne xurtkirin.
Dozgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Riza Turmen axaftina destpêkê kir û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser girîngiya tevlîbûna civakî û demokratîkbûnê.
Turmen anî ziman ku aştî ne tenê danîna çekan e, bi jiholêrakirina sedemên rahiştina çekan pêk tê û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê gel bibe hêmana esasî. Eger sedemên şer ji holê neyên raikrin wê şer ji nû ve destpê bike." Turmen ragihand ku li Tirkiyeyê rejîma zordar li pêşiya civakîbûna aştiyê asteng e û destnîşan kir ku divê polîtîkayên ewlekarîperestiyê bêne terikandin.
Di dewama axaftina xwe de Turmen diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyek di navbera Kurdan û dewletê de ye û got, "Pirsgirêk tevahiya welêt eleqedar dike. Lewma çareserî jî bi îradeya jiyana hevpar dibe. Ji bo vê jî divê em zimanekî çareseriyê yê hevpar peyda bikin."
Turmen qala avaniya komîsyonan kir ku tê plankirin li meclîsê bêne avakirin û got, di vê pêvajoyê de CHP divê ne tenê piştevan be her wiha bi pêşniyarên çareseriyê bibe aktorekî çalak.
PEYAMA HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN DEM PARTIYÊ
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî peyamek ji konferansê re şandin.
Di peyame de hate gotin, "Em di demeke welê de ne ku li cîhanê guhertinên mezin dibe. Li Rojhilata Navîn ku navenda vê guherînê ye, sîstema ku beriya sed salî hate avakirin diderize. Şerê ku 7'ê Cotmehê destpê kir, bi şerê Îsraîl-Îranê dewam dike. Şerê Îsraîl-Îranê tê wê wateyê ku Rojhilata Navîn bikeve nav xeleke mezin a agir. Ev şerê ku dibe ku çekên nukleerî jî bêne bikaranîn divê tavilê bê rawestandin. Rawestandina vî şerî ji bo cîhanê û herêmê gelekî girîng e. Di demeke bi vî rengî dîrokî de axaftina li ser aştiyê ya li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji ber aştî hewldana wê yekê ye ku gel hev dibihîze, fêhm dike û paşerojeke hevpar ava dike. Aştî bi çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikeve meriyetê. Êşên di pirsgirêka Kurd de rû dan ne tenê êşa gelekî ye, birîna kûr a tevahiya civakê ye. Pêçandina vê birînê jî ne bi înkarê lê bi naskirinê, ne bi tepisandinê lê bi demokratîkbûnê, ne bi qedexeyê lê bi edaletê dibe. Avakirina aştiyê bêyî dûrxistina edaletê û zêdekirina bêedaletiyê, bi mezinkirina aqlê hevpar dibe.
Aştî avakirin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e. Aştî ewqasî girîng e ku nabe tenê ji însafa siyasetê û desthilatdariyê re bê hiştin. Bi dîtina me, konferansa we, wê tevkariyeke xurt li mezinkirina hêviyên aştiyê bike. Em hêvî dikin ku konferansa we pîvanên lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî xurt bike. Her hewldaneke we ya ji bo civakîkirina aştiyê wê me hîn bêhtir nêzî çareseriyê bike. Bi vî fikrî û van hestan em hemû kedkaren Konferansa Pêşîvekirina li Aştiyê, axaftvanan û beşdaran hemûyan ji dil û can silav dikin."