''Her dever divê bibe qada berxwedanê'

Şukran Aydin a ku ji bo tecrîd rabe ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye got, ''Divê her dever bibe qada çalakî û berxwedanê. Gelê me di vê pêvajoyê de divê hemû bar li ser milê dayikan nehêle.''

Grevên birçîbûnê yên bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe didomin. Ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe 30'ê Nîsanê 15 û duh jî 15 girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi rojiya mirinê krin. Şukran Aydin ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bû, di nav wê komê de ye ku ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye. Aydin ku ev 12 sal in di girtîgehê de ye, bi rêya malbata xwe têkilî berxwedana greva birçîbûnê bang kir.

Banga Şukran Aydin wiha ye: 


''Weke ku tê zanîn, ev şeş meh in bi pêşengtiya hevrê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye. Çalakiya me bi coş, kelecaniyekê û berxwedaneke mezin berdewam dike. Piştî 30'ê Nîsanê me çalakiya xwe  gihand asta herî jor. Ji girtîgehên cuda me 15 hevalan dest bi rojiya mirinê kir. Bi giştî peyamên xwe berê me bi raya giştî re par ve kiribû. Em  şopdarên giyana 14'ê Tîrmehê, şagirtên Sarayan, Delalan, bi biryardariyke gelekî mezin, bi kelecaniyeke gelekî mezin vê berxwedana xwe berdewam dikin. Heya ku em negihijin encamê, heya ku em serkeftinê bi dest nexin rawestandin ji me re tine. Me destpêkê biryara xwe da em wek fedayiyên Rêber Apo, bes em dereng man ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin, em dereng man em dest pê bikin. Lê heya ku em vê tecrîda li ser Serokatî bişkînin, heya ku em bigihijin Serokatî, heya ku em şert û mercên jiyana azad ji Serokatî re biafirînin, ti rawestandin  ji me re tine. Dibe ku ev hevdîtina 2'yê mehê bi Serokatî re hate kirin, tengasiya, tengavbûna pergala faşîzmê bide diyarkirin. Neçar ma ku bi Serokatî re hevdîtinê bide kirin, lê em ne mirovên wiha ne ku bi hevdîtineke carekê re werin xapandin, kes êdî bi van nêzîkatiyan, bi van hewldanên demkurtî nikare me bixapîne. Piştî 8 salan standina agahiyê ya ji Serokatî, bihîstina dengê Serokatî moralekî gelekî mezin da me. Ev kêfxweşiyek e. Me tecrîd hinekî şikand, ev mezinbûna serkeftina çalakiyê nîşan dide. Qasî ku moralek, kelecaniyeke da me, hemên demê ji bo ku serkefinê em dest bixin, em bigihijin encamên xurt, em motîvê jî kirin, biryardariya me, vîna me mezintir kir, ji ber vê jî, hewceye ku her kes baş bi vê zanibe, heya ku em pergala faşîzmê ya Erdogan-Bahçelî parçe parçe nekin, em xwe negihînin Serokatî, şertên jiyana azad ji Serok re neafirînin em ranewestin. 

Bi vê ve girêdayî bi rastî jî hewce ye gelê me berxwedana xwe mezintir bike. Her deverê bike qada çalakiyan, serhildanan. Taybet em çalakvan, berxwedana dayikên xwe slav dikin, hewce ye ku em vî barî tenê li ser milê dayikên me nehêlin, bi vê mebestê em çalakvan, bi giştî em roja dayikan pîroz dikin. Em soz didin ku jiyana azad diyarî wan bikin. Em destên wan ên pîroz maç dikin. Lê ciwanen me hewce ye dawî li vê bêdengiyê bînin û ji bendewariyê re bibin bersiv. Ew qas êrîşê tînin ser dayikên me, ew qas bi hovane êrîşê dibin ser dayikên me, li dijî van êrîşên dijwar ên faşîzan, ma ciwanên me wê bêdeng bimînin? Wê bersiveke xurt bidin, em bi vê bawer in. Em hêvî dikin ku hevalên ciwan, bi tevahî bersiva wan,  her kolanê bikin qada serhildanê, berxwedanê û wiha bidin. Di vî alî de em bendewar in. Baweriya me jî heye. Dîsa jî bila gelê me tevahî li bendê nemîne ku ev pergal bi xwe gav bavêje, tişta ku bi vê pergala neyar gavan bide avêtin, berxwedana gelê me ye. Ji ber vê  em  zarên vî gelê xwe, em bi berxwedan û çalakiyên wan serbilind in. Ew jî bi serhildana me,  bi berxwedana me, bi vîna me bila serbilind bin. Di vî alî de em bawer in. Dîsa em dixwazin dubare bibejin, rastî jî em gihaştine astekî ku hemû heval bi biryardarî berxwedanê berdewam dikin. Em bi wê baweriyê ne ku em serkeftineke mezin bi dest bixin. Em vê pergala faşîzan a Erdogan-Bahçelî parçe parçe bikin. Bila gelê me ji me bawer be, bi xwe bawer be. Li benda kesî nemîne, bila biryar bide. Dema biryardayinê ye. Em dixwazin dubare biryardariya xwe nîşan bidin. Ji we re serkeftinê dixwazin.''