Prof. Dr. Fînancî: Kirinên li Imraliyê êşkence ye

Seroka THÎV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fînancî diyar kir tecrîda li Imraliyê hem li dijî peymanên navnetewî ye û hem jî li dijî destûra Tirk e û got, ''Ev êşkence ye''.

Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fînancî ku li Stockholmê tevlî konferansekê bûyî têkilî greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Fînancî têkilî tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ''Ev kirin li dijî hiqûqa navwe û yasayên Tirkiyê ye. Li dijî normên navnetewî yên hiqûqê ye. Tirkiye aliyek ji van normên hiqûqê ye, li bin peymanan îmzeya xwe daniye. Ez, bi bijîşkbûna xwe divê bibêjim tecrîd kirineke wiha ye ku rê li ber xirabûna tendiristiyê dike û ti caran nikarim vê qebûl bikin.''

'TECRÎD ÊŞKENCE YE'

Fînancî bi domarî got, ''Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku di şertên Mandela de tecrîd nikare were danîn. Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e. Tecrîd ji ber ziyana li ser tendiristiyê bi rengê êşkenceyê hatiye pênasekirin. Ji ber ku bi tecrîdê mirov ji maên  sereke bêrî dike. Di şertên girtîgehê de hewcehiya mirov bi cihêtiyê heye. Mirov du kesan têxe eynî mekanê û nikare bibêje ''tecrîd tine'. Ji ber ku ev cihêtiyê radike.

Tecrîd li Girtîgehên Tirkiyê pir berbelav e. TÎHV Û TTB û rêxistinên mafê mirovan ji ber vê li dijî girtîgehên bi tîpa F'yê derketin. Me got ev sûc û êşkence ye. Divê mirov tecrîdê weke tundiyeke ku rê li problemên tendiristiyê vedike bibîne û dema ku ev bi qest were kirin navê vê êşkence ye. Êşkence di peymanên navnetewî de wiha tê pênasekirin. Di hiqûqa navxwe ya Tirkiyê de jî ev wiha tê pênasekirin. Tecrîd li dijî Destûrê û xala 94'an a Qanûna Cezayê ya Tirk e.

'EM DIVÊ DENGÊ GREVKARAN BIDIN BIHÎSTIN'

Fîncancî got bi doktorbûna xwe ew destekê nadin reftarên ku ziyanê didin wan bixwe û domand, ''Em fêhm dikin, ji ber ku rêyeke wan a din nemaye bedena xwe dikine amûr. Lê ew dibînin ku ev dikare ziyaneke mezin bide wan û ji bo ku seqet nemînin û nemirin, ji bo ku dengê wan were bihistîn em hewl didin.

Em doktor berpirs in ku mirovan baş bikin û wan bidin jiyîn. Ji bo vê jî divê em daxwazên grevkarên birçîbûnê bidin bihistin. Dema grevên birçîbûnê yên sala 2000'î em diçûne girtîgehan û me girtî mieyene dikir. Me hewl dida ku şertên ku bikaribin tendiristiya xwe biparêzin, ava bikin. Wê demê me pêşniyar kiribû ku vîtamîna B1'ê biceribînin. Par ev xal derbasî danezana Maltayê ya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê bû.''

'AKP NAHÊLE KU ALÎKARIYA TIBÎ LI GIRTÎYAN BIBE'

Fîncancî got ji bo ku bi grevkarên greva birçîbûnê re hev bibibînin wan gelek caran serî li dozgerên girtîgehê dane lê daxwaza wan nehatiye bicihanîn û got, ''Hikûmeta AKP'ê bi ti rengî ber pê nayê ku rêxistinên civaka sivîl alîkariya tibî li girtîgehan bikin an jî bibin navbeynkar''