Malbatên girtiyan ên li Bakirkoyê: Em ê her roj werin!

Polîsan nehiştin ku malbatên girtiyan li Bakirkoyê çalakiyê li dar bixînin. Malbatan gotin ku “Hûn çi bikin jî, em ê her roj werin.”

Malbatên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku deng bidin zarokên xwe, xwestin biçin pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û parêzeran jî piştgirî dan malbatan. Malbatan xwestin ji ser rêya E-5’ê biçin pêşiya girtîgehê lê polîsan meşa malbatan asteng kir û gefên êrîşkirinê li malbatan xwarin.

Dayika bi navê Nesîbe Başaran a ku kurê wê di Girtîgeha Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de ye got ku “Em mafdar in û dilê me diêşe. Ev çend roj in em bi rojî ne. Zarokên tiştekî xerab nakin. Dewlet çi bike jî em ê her roj werin vê derê. Êdî bes e ji vê zilmê re.”