Dema li Emînonu çalakî kirin hatin destgîrkirin

Polîsan êrîş bire ser kesên li Emînonu ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ‘Xeleka jiyanê’ çêkirin, kirin. Polîsan Zeyneb Kûray jî di nav de 7 çalakvan destgîrkirin.

Li Emînonu li Çarşiya Misirê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, xizmên girtiyan bi destê hev girt û "zincîra jiyanê" çêkirin. Di dema vê çalakiyê de malbatan dirûşmeya "Bila tecrîd bi dawî bibe, Leyla bijî" û "Bijî berxwedan zindana" berz kirin.

Malbat bi vî awayekî qederekê meşiyan, lê belê polîsan mudaxileyî wan kir û rojnamevan Zeynep Kûray jî di nav de 7 çalakger destgîrkirin.