Êrîşa 27 deqeyî ya DYE’yê ya li dijî Îranê, çawa pêk hat?

DYE’yê li dijî tesîsên nukleer ên li Îranê operasyoneke leşkerî ya veşartî ya bi navê “Midnight Hammer” pêk anî.

LI ROJHILATA NAVÎN ŞER

Operasyon şeva 21’ê Hezîranê destpê kir û tenê di nava 27 deqeyan de li binesaziya nukleer a li Fordo, Natanz û Îsfahanê ya li Îranê xist. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştî operasyonê ev daxuyanî da: “Me xewna nukleer a Îranê têk bir.”

BI TEVGEREKE XAPÎNOK DESTPÊ KIR

Sihara Şemiyê di saet 5.00’an de (Li gorî saeta Bruksel), 12 balafirên bi tîpa B-2 Spirit ji balafirgeheke leşkerî ya li Missouri rabû, radar xapandin û ber bi aliyê Pasîfîk ve çûn. Lê belê ev yek ji bo xapandinê bû. Di heman kêliyê de 7 balafirên din ên B-2 li ser Atlantîkê re bêdeng tevgeriyan û berê xwe dan Îranê.

BOMBEYÊN KU SIRNAXAN KUN DIKIN

Ev balafir bi 13 ton bombeyên “bunker buster” hatibûn barkirin. Ev bombe dikarin 60 metre bikevin bin erdê û sirnaxên binerd îmha bikin. Ev bombeyên ku cara ewilî weke operasyonel hatin bikaranîn, sirnaxên nukleer ên Îranê hedef girtin.

ÊRÎŞA ELEKTRONÎK Û LI RADARAN NUQTEYA KOR

Heman şevê sîstemên parastinê yên hewayî, di encama êrîşên elektromanyetîk ên balafirên şer ên Emerîkayê de, weke demkî ji dewrê hatin derxistin. Artêşa Îranê bi saetan nekarî hin herêman bimîne, yanî kor bû. Bi vî rengî balafirên bombebaranê yên Emerîkî, bi veşartî ketin qada hewayî ya Îranê.

LI FORDO, NATANZ Û ÎSFAHANÊ HATE XISTIN

22’yê Hezîranê roja Yekşemê di saet 00.30’an de bombeya destpêkê li tesîsa nukleer a binerd a li Fordoyê hate xistin. Piştre balafirên din Natanz hedef girtin. Di heman kêliyê de, 26 fuzeyên Tomahawk ên ji bin deryayê hatine avêtin, li depoya uranyumê ya li Îsfahanê xist. Balafirên DYE’yê di nava nêzî 40 deqeyan de herêm terikand.

JI TRUMP DAXUYANIYA ‘SERKETINÊ’

Li gorî saeta Washington bi şev di saet 21.00’an de Trump ragihand ku operasyon ‘bi rengekî bêhempa hate temamkirin’. Artêşa Emerîkayê ev daxuyanî da: “Me ti windahî nedan. Binesaziya nukleer a Îranê hate tunekirin.” Trump di peyama xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku di nava 27 deqeyan de hêviya nukleer a Îranê têk birine û got, “Ti artêş nikare vê yekê bike.”

TEHRAN: EV NE SERKETINEK E, DESTPÊKA DAWIYEKÊ YE

Rêveberiya Îranê êrîş piştrast kir, lê bi gotina ‘windahiya girîng nîne, agahiyên me saxlem in’ zirara çêbûyî biçûk xist. Ayetullah Hamaney jî di peyama xwe ya li ser medyaya dîjîtal de bi gotina “Ev ne serketinek e, ev destpêka dawiya dijmin e” soza bersivdayînê da.