WSJ: Li gorî Îsraîlê wê şer di rojên pêş de bi dawî bibe

Li gorî nûçeya Wall Street Journal (WSJ) Rêveberiya Îsraîlê hedef dike ku di rojên pêş de operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi dawî bibe.

Li gorî nûçeyê ev plan piştî êrîşên DYE’yê yên li ser tesîsên nukleerê yên Îranê eşkeretir bûye.

Li hemberî gelek cihên leşkerî yên di lîsteya hedefên Îsraîlê de êrîş pêk hatin; lê belê rewşa şerî wê li gorî bertekên Îranê diyar bibe. DYE’yê ji hevalbendên xwe yên Ereb ên li herêmê re ragihand ku Îsraîl dixwaze şerî bi dawî bike û vê peymana wê ragihînin Îranê.

Lê belê Îranê ragihand ku heya ew bersiva êrîşên Emerîkayê yên li dijî tesîsên nukleerê yên li bajarên Fordo, Natanz û Esfexanê nedin, dawiyê li şer nayînin.

Çavkaniyên Îsraîlê dan zanîn ku piştî êrîşên Emerîkayê kapasîteya nukleera Îranê zirareke mezin dîtiye û ew hêvî dikin ku Îran wê piştî van yekan dest bi muzakereyê bike û dawiyê li bernameya xwe ya dewlemendkirina ûranyûmê bîne.

Her wiha Îsraîlê da zanîn ku ger Îran ji nû ve dest bi avakirina binesaziya nukleerê bike ew amade ye ku li dijî wê êrîşên hewayî yên nû pêk bîne. Çavkaniyeke Îsraîlî diyar kir ku ger Îran êrîşî Îsraîlê bike ew ê operasyonên leşkerî ji nû ve bidin destpêkirin û got: ‘’Ge ew êrîş bikin, em ê jî êrîş bikin.’’