Çalakiya dayikan a li Esenyûrtê didome

Dayik û xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, li rê û kolanên Başakşehîrê meş û li Esenyûrtê çalakiya rûniştinê pêk hat.

Çalakiyên dayik û xizmên girtiyan ên ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê dabûn destpêkirin di saetên şevê de jî domandin.

Dayikên girtiyan ên di tevahî rojê de li Bakirkoy û Emînonû çalakî kirin, di saetên şevê de carekî din li Başakşehîr û Esneyûrtê jî çalakî pêk anîn.

Di van çalakiyan de welatiyên derdorî jî piştgirî dan dayikan.

Li Esenyûrtê dayikên ku li pêşiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê, li qadê meşiyan. Dayikên li qadê çalakiya rûniştinê pêk anîn polîs û wesayîtên TOMA dor li wan girtin.

Dema ku polîsan nasnameyên dayikan kontrol dikirin, welatiyên derdor jî piştgirî dan dayikan. Dayikên ku piştî demekê çalakiya rûniştinê domandin piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.