ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbatên ku çalakî kirin û meşiyan: Bila tecrîd zû rabe!
Malbatên giriyan li Stenbolê û Edene çalakiya rûniştinê kirin û xwestin ku tecrîd zû were rakirin. -
Li Amed û Stenbolê berxwedana malbata didome
Li Amed û Stenbolê malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne çalakiya xwe domandin. Malbatan li gel êrîşa polîsan jî xwedî li daxwazên zarokên xwe derketin. -
Partiya Çep a Swêdê ji bo Ocalan name ji Erdogan re şand
Parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Swêdê, nameyek ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin û jê xwestin, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanan. -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serlêdan kirin. -
Kampanya nameyan a ji bo Leyla Guven didome
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 190 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Kampanya nameyan a ji bo Guven didome. -
Leşkerê Tirk li Dersimê pê li cenaze kir û wêne kişand!
Leşkerên Tirk hovîtiyeke din li dijî mirovahiyê kirin. Li Dersimê pê li cenazeyên gerîlayên şehîd bûn kirin û bi wî rengî wêne kişandin. -
Tecrîd li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin. Çalakgeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê. -
Ji nêzî 100 saziyên hawîrdorparêz banga Heskîfê
Nêzî 100 saziyên hawîrdorparêz li dijî Bendava Ilisûyê ku rejîma AKP'ê wê Heskîfê di bin avê de bihêle, bang kirin û gotin bêyî ku bi derengî bikeve tevbigerin. -
Dayik sê roj in li Meclîsê çalakiyê dikin
Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, sê roj in li Meclîsê çalakiyê dikin. -
'Bi tecrîdê tê xwestin ku aliyê civakî yê mirov were tinekirin'
Lutfu Yoldaş ku 12 salan di şertên tecrîdê de maye, bal kişande ser mafdarbûna daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê û got, ''Bi tecrîdê re tê xwestin ku aliyê civakî yê mirov were tinekirin''. -
Tecrîd li Stenbolê hate şermezarkirin
Çalakiyên li dijî tecrîdê û yên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin. Li navçeyên Beyoglû, Kartal, Beykoz û Umraniyeyê yên Stenbolê çalakî pêk hatin. -
Tecrîd li Frankfurt, Munchen û Den Haagê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Frankfurt û Munchen ên Elmanyayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Partiya Çep a Swêdê li ser qanûna nû hişyariyên girîng da
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û wekîlên partiyê, li ser qanûna 'terorê' ya nû ku li Swêdê wê li dijî DAÎŞ'ê bê derxistin, agahî dan û gotin, rîsk heye ku qanûn li dijî tevgerên rizgariya neteweyî û PKK'ê bê bikaranîn. -
ROJEVA 16'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Gulana 2019'an. -
Li 4 navendên Swîsreyê tecrîd hate protestokirin
Ji bo bal bê kişadina ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi pêşengtiya Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, li Swîsreyê çalakî hatin kirin. -
Polîsan li Başakşehîrê êrîş bire ser xizmên girtiyan
Polîsan êrîş bire ser xizmên girtiyên li navçeya Başakşehîr a Stebolê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan gelek kes destgîrkirin. -
Polîsan li Gebzeyê êrîşî dayikan kir
Malbatên girtiyan ji bo balkişandina grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan cara 35’an li Gebzeyê kom bûn. Polîsan êrîşî malbatan kirin. -
Dayik li meclîsê civiyan: Êdî kêlî girîng in!
Dayikên girtiyan li Meclîsê bi HDP'ê re civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserok Bûldan diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê êdî kêlî girîng in. Dayikan jî xwestin tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
Nûçegihan Seda Taşkin hate cezakirin
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin bi salek û 11 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Ceza hate taloqkirin. -
Li Ûlmê li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê
Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê wekî hefteyên borî ji bo balkişandina tecrîd û grevên birçîbûnê roja Sêşemê dîsa nobeta hişyariyê hate kirin. -
Li ser rola MÎT'ê ya di komkujiya Parîsê de lêpirsîn vebû
Sê jinên Kurd ên şoreşger, Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Doza der barê komkujiyê derbasî qonaxeke nû bû. -
Tundiya polîsan a li dij dayikan li Stockholmê hate şermezarkirin
Tundiya polîsên Tirk a li dijî dayikên girtiyan li bajarê Stockholmê hate şermezarkirin. -
Pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li çalakgeran rû dane
Dr. Fahrettîn Gulşen 5 mehên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê nirxand û got, çalakgeran gelek kîlo li xw ekêm kirine û heta pirsgirêkên norolojîk gelek nexweşî li wan derketine holê. -
1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar man
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî daneyên fermî di nav salekê de 1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar man. -
Çalakiya dayikên girtiyan a li Meclîsê didome
Dayikên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji roja Sêşemê ve li Meclîsê çalakiyê pêk tînin.