YJKE'yê ji bo çalakiya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJKE), ji bo balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê bang li her kesî kir ku roja Şemiyê li Dusseldorfê tevlî çalakiya "Bi 7 hezar kesî xeleka ji mirovan a 7 hezar metreyî" bibin.

YJKE'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "30 girtiyên Kurd ên şoreşger greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê û bi vî rengî berxwedan gihandin asteke nû."

YJKE'yê bi bîr xist ku di her kêliyê de tiştek dikare bi mirovan were û diyar kir, "Dayikên Kurd ji bo zarokên xwe ji dest nedin her roj li ber girtîgeha li ber xwe didin, lê dibin hedefa êrîşên faşîzmê û tên kaşkirin. Saziyên navneteweyî jî li pêşberî van hemûyan her bêdeng in."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "CPT ku di asta yekemîn de ji çareserkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan berpirsyar e, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konseya Ewropayê divê tavilê bikevin nava hewldanan. Bêdengiya saziyên heyî ji bo jinên Kurd û gelê Kurd cihê fikaran e."

YJKE'yê di dawiya daxuyaniyê de bang kir, "Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan, gelê xwe, mirovên sosyalîst û xwedî wijdan, bang li her kesî dikin ku ji bo azadiyê roja Şemiyê saet 10:00 li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê tevlî çalakiya xeleka ji mirovan bibin. Mîna ku dayik jî dibêjin; em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Têkoşîna hevpar a jinan û gelan wê bi ser bikeve."