ÎHD û TÎHV'ê li ser tecrîdê daxuyanî dan

ÎHD û TÎHV li dijî bêdengiya li bara tecrîdê û rojiya mirinê helwest nîşan da û got, ''Asêbûn û rewşa neçareseriyê fikaran çêdike''.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) têkilî greva birçîbûnê ya li girtîgehan û rojiya mirinê bi navê ''Deng bide jiyanê'' daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji mêj ve ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Imraliyê nikarin ji mafê name, hevdîtina bi malbat û parêzeran û axaftina bi telefonê sûd werbigirin û hatine tecrîdkirin.

ÎHD û TÎHV'ê got, ''Li gorî têgihiştina înfaza cezayê ya hevden, ji mafê mirovan re hurmetgir, divêtiyek e ku girtî û cezaxwarî bikaribin tendiristiya xwe ya rih û bedenî biparêzin, mafên xwe yên parastinê bi kar bînin û malbat û parêzerên xwe bibînin.''

Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya ku 8'ê Mijdara 2018'an bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û li çar hêlên cîhanê berbelav bûyî hate destnîşankirin û hate gotin, ji 22'ê Nîsana 2019'an û vir ve li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê li 90 girtîgehan parlamenter jî di nav de 2983 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji 30'ê Nîssanê û vir ve li 4 girtîgehan 15 girtî û ji 10'ê Gulanê û vir ve li 5 girtîgehan 15 girtî, tevahî 30 girtî greva birçîbûnê veguherandina ser 'rojiya mirinê', ango, ''biryar li ser dane ku daxwazên wan neyên bicihanîn heta mirinê wê greva birçîbûnê bidomînin.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin di vê qonaxê de, ku fikaran çêdike, dayikên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku rewşa taloke ya li ser jiyana zarokên xwe bînin rojeva raya giştî û rayedaran çalakiyên mîna daxuyaniyên çapemeniyê, rûniştinê û hwd. dikin, lê li dijî vê çavnebarî, êrîşeke tund a hêzên dewletê li ser dayikan tê kirin. Hate gotin, ''Ev rewşa ku mafê kombûnê û xwepêşdanê û qedexeya êşkence û tehdeyê têne binpêkirin û di wijdanê raya giştî de dibe birîn bi mîsogerî nayê qebûlkirin.''

Li ser hevdîtina 2'ê Gulana 2019'an a li gel Ocalan î hate gotin, ''Ev hevdîtin û name, ku destpêkê ji bo dayikan û hemû derdorên li bara greva birçîbûnê bihistyar, bû hêviyeke ku pêvajoya greva birçîbûnê bi başî biqede, careke dî bi zelalî nîşan daye ku li pêş rakirina tecrîdê ti astengiyeke hiqûqî tine, hemû sepandinên heta niha kêfî ne.''

ÎHD'ê û TÎHV'ê diyar kir girtiyan diyar kirine ku tecrîd ranebûye û greva birçîbûnê didomînin û gotin, ''Ji tecrûbeyên berê em baş pê dizanin, di rewşa berdest de, li ser girtiyên greva birçîbûnê talokeke jiyanê ya pir giran û cidî heye, li pêş wan problemên tendiristiyê yên wiha hene ku vegera jê tine. Asêbûn û rewşa neçareseriyê ya ku li jorê hatî veguhazstin sedema fikaran e. Mirov nikare destûra rûdaneke wiha ya xirab bide ku li ser wijdanên civakê wê birînên kûr û nakewin, veke. Demildest divê rewşeke ku çareseriya hiqûqî û mirovî were avakirin û derfetên qedandina greven birçîbûnê were çêkirin.

Ji ber vê jî, di serî de desthilata isyasî, em bang li her kesî dikin: hurmetê bidin anor û nirxê mirov, deng bidin jiyanê. Ti tişt ji jiyana mirov ne girîngtir e.''