Ji bo girtiyên rojiya mirinê sepandina hevdîtina bi kamerayê

Hat sepandin ku hevdîtina parêzeran a bi girtiyên ketine rojiya mirinê yên li Girtîgeha Kandirayê bi kamarayê bê şopandin. Parêzeran anî ziman ku mafê muwkîlên wan tên binpêkirin, hevdîtin pêk neanîn.

Parêzer Bulent Aşa yê ji bo bi Yaşar Cînbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman ên ji 10’ê Gulanê ve ketine rojiya mirinê hevdîtinê pêk bînin, diyar kir ku rayedarên girtîgehê hevdîtina bi kamera li ser wan ferzkiriye.

Aşa ev got: “Dema ku me wê li gel muwekîlên xwe hevdîtin bikira, me zanî ku biryar hatiye girtin ku hevdîtin li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi kamerayê bê şopandin. Ji ber vê me hevdîtin pêk neanî.

Aşa diyar kir ku bi vê dixwazin peyamên girtiyan ji bo derve neyê ragihandin, diyar kir ku wê bi rêbazên cuda hevdîtinê li gel muwekîlên xwe bikin.