Li dinyayê zêdeyî 41 milyon kes li nava welatê xwe koçber in

Li gorî raporeke IDMC, ji her demê bêhtir mirov ji ber şer û karesatan li welatên xwe koçber bûne. Di raporê de hate ragihandin, hejmara mirovên sala 2018'an bûn mexdûrê koçberiya navxweyî, 41.3 milyon kes derbas kiriye.

Li gorî raporeke Navenda Çavdêriya Koçberiya Navxweyî (IDMC) ku li Cenevreyê hate weşandin, ji her demê bêhtir mirov ji ber şer û karesatan li welatên xwe koçber bûne. Di raporê de hate ragihandin, hejmara mirovên sala 2018'an bûn mexdûrê koçberiya navxweyî, 41.3 milyon kes derbas kiriye.

Li gorî rapora IDMC'ê, tevî ku gelek kes vegeriyan jî hejmara mirovên sala 2018'an li nava welatê xwe koçber bûn, nîv milyon mirov derbas kiriye. Sala 2018'an 28 milyon kes neçar man malên xwe biterikînin. 10.8 milyon kes neçar man ji ber şer û tundiyê malên xwe biterikînin.

Li Etiyopyayê 2.9 milyon kes, li Komara Kongo ya Demokratîk 1.8 milyon kes û li Sûriyeyê jî 1.6 milyon kes bûn mexdûrê koçberiya navxweyî.

Sedema bingehîn a koçberiya navxweyî, felaketên xwezayî ne. Midûra IDMC'ê Alexandra Bilak got, bi germahiya global re dibe ku hejmar zêdetir bibe.