Malbatên girtiyan: Rengê hêstirên dayikan ne cihê ne

Malbatên girtiyan ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, gotin, ‘’Di roja dayikan de diyariya herî xweş zarokên me ne. Tecrîd ranebe, wê cenazeyên zarokên me derkevin.’’

Li hêlekê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger didomin û li hêla dî jî têkoşîna malbatên girtiyan. Dayikên ku hema hema her roj polîsên Tirk êrîşê dibin ser wan dev ji berxwedanê naqerin. Çalakiya rûniştinê ya ku dayikan li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê dane destpêkirin di serî de li Amedê li gelek bajaran berbelav bû. Yek ji dayika girtiyan Sultan Bozkurt û Hatîce Soyler ku ev 31 ro jin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê dike ji ANF’ê re axivîn.

Sultan Bozkurt, dayika Newroz Bozkurt ku keça wê ev 21 sal in ji ber destea li Têkoşîna Azadiya Kurd di girtîgehê de ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, behsa çalakiya xwe li ber Girtîgeha Gebzeyê kir. Bozkurt a ku ji Qoserê ye, dema ku behsê dikir ku tim polîs gefê li wan dixwin û derban li wan dixin, got, ‘’Ez ji gefên wan natirsim ji ber ku ez bi hîsên dayikan dikim. Min ti caran ji hîsê dayikan wêdetir tiştek nekiriye. Ji bo min ti qedexe tine ji ber ku dayik nikarin werin qedexekirin. Ez qedexeyan nas nakim. Ez ji bo zaroka xwe dikim.’’

JI BO KU EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN DIVÊ EM WÊREK BIN

Bozkurt got li dijî zexta polîsan raya giştî têra xwe destekê nade û domand, ‘’Dewleta Tirk me fêhm nake lê çima Kurd me fêhm nakim? Çima li ber girtîgehan me tenê dihêlin? Zarokên me ne tenê ji bo me çûne wir. Ji bo gelê Kurd, ji bo hemû çewisandiyan ketine girtîgehan.

Tecrîd ne tenê li ser Ocalan heye, li ser hemû Kurdan heye. Ji bo tecrîd were şikandin divê mirov wêrek be’’. Bozkurt got ev 31 roj in vê bangê dikin û bang li gelê Kurd kir ku dawî li bêdengiya xwe bîne.

TI SÛDA TIRSÊ LI ME TINE

Bozkurt got, ‘’Bila êdî qêrîna me bibihîsin û li rex me bin. Bila tecrîdê bişkîni’’. Bozkurt wiha domand: ‘’Êdî bes e, ti sûda tirsê tine, em ji kû vegerin baş e. Demokratan, nivîskaran, rewşenbîran ti destek nedan me. Hêviyên me hene, lê nedan. Me bang li cîhanê kir. Ez bang li Tayyîp Erdogan dikim; dibêjî, ‘’ez serokê Tirkiyê me’’ naxwe divê dengê me bibihîsî. Heke dibêjî, bihişt li bin piyê dayikan e divê dengê me bibihîsî. Di roja dayikan de diyariya me zarokên me ne. Heke tecrîd ranabe, wê cenazeyên zarokên me derkevin û wê deme em ê bi qerpika te bigirin.’’

RENGÊ HÊSTIRÊN ÇAVAN NIKAREIN CIHÊ BIN

Hatîce Soyler, dayika Ozlem Soyler ku li Girtîgeha Gebzeyê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê e ye, got,’’Daxwazên zarokên me daxwazên me ne, em li cem wan in’’. Soyler domand, ‘’7 hezar zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Ne tenê ji bo Ocalan, ji bo hemû Kurdan e ev tecrîd. Ez bang li gelê Kurd dikim, em dayik in. Êşa me yek e.’’