Serlêdana malbatê ya ji bo Ocalan hate redkirin

Serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate redkirin.

Mehmet Ocalan û Vasî Mazlûm Dînç ji bo ku bi Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, duh bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.

Li aliyê din malbatên 3 girtiyên din Polat Yildirim ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re hevdîtin bikin serî li serdozgeriyê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan jî qebûl nekir.

Serdozgerî serlêdanan bi hinceta cezayê dîsiplînê red kir.