Di protestoya tecrîdê de 9 kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîş bire ser çalakiya Platforma Jinên Enqerê ya bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 9 kes destgîrkirin. Wekîlên HDP’yî jî hatin derbkirin.

Endamên Platforma Jina ya Enqereyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, li Parla Kûgûlûyê çalakiyek lidar xist. Parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û xizmên girtiyan jî tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan Parka Kûgûlûyê bi wesayîtên zirxî û barîkatan dorpêç kir û hewl dan çalakiya jina asteng bikin. Jinan li dijî gefa polîsan dirûşmeya "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe" berz kirin û ketin milê hevdu û ber bi parkê ve çûn. Piştre polîsan mudaxileyî jinan kir. Di mudaxileyê de yek jê Dayika Aştiyê 9 jin hatin destgîrkirin. Her wiha parlementerên HDP'î jî hatin derbkirin.

Kesên hatin destgîrkirin navê wan ev in: Bedriye Irmak, Ebru Ozel, Şukriye Ercan, Newroz Şanli Kirkaya, Betul Koca, Gunay Demirbaş, Burcugul Çubuk, Deniz Akil û Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan.