Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa 'Ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' hate eşkerekirin ku di 21-22'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat.

ENCAMNAME

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otelek li Amedê di navbera 21 - 22’ê Hezîranê de bi dirûşma 'Ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' konferansek lidar xist. Di konferansê de malbatên gerîlayên PKK'ê û leşkeran û malbatên qurbaniyên şer hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê û pêkhatina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş û axaftin hatin kirin.

ÎHDê li avahiya xwe ya Amedê civînek çapameniyê li dar xist û encamnameya konferansê aşkera kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz û rêveberên ÎHD’ê tev li bûn.

Ji ewil Hevserokê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Kuçukbalaban da zanîn ku her kesî dît û dibîne ku ew hewcedariyê aştiyê ne û wiha got: "Piştî banga birêz Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir. Lê hê jî dewletê tu gav neavêtine. Di pakêta 10’emîn a darazê de hêviya gel hebû lê ev jî vala derket. Biryara xwefesixkirinê girîng e lê em dibînin ku li başûrê Kurdistanê êrişên li ser gerîla berdewam dikin. Ev jî dê pêvajoyê sobate bike. Divê operasyon bên rawestandin."

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz piştre encamnameya konferansê xwend.

Yilmaz, diyar kir ku wan di roja yekemîn de li ser bîr-hafizeyê û di roja duyemîn de jî rola civaka siyasî û rêxistinên sivîl di pêkanîna aştiyê de konferans li dar xistin e û wiha domand: “Em îro pirsgirekên ku me di konferansê de tespît kirine eşkere dikin. Divê desthilat heqîqetê bibîne û bi vê heqîqetê re rû bi rû bimîne. Lazim e desthilat dest ji polîtîkayên şerê taybet berde. Politîkayên ewlehiyê tu pirsgirekan çareser nake. Temsîliyeta jinan û beşên din ên civakê tê piştguhkirin. Divê her kes bi zimanek aştiyane biaxive.”

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peşniyarên wan hene û wiha got: “Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Pêwîste biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û darizandina adilane bikeve dewrê. Divê rêya vegera li gundan bê vekirin. Divê jin bi awayekî wekhevî tev li pêvaoyê bibin. Pêwîste komîsyona heqîqête bê avakirin. Kesên ku beşdarî konferansê bûne jî diyar kirin ku hewceyî bi zemînek wekhev û edaletê heye. Aştî mijareke civakî ye.”