'Bedena wan dihele, em jî li derve dihelin'

Yuksel Şahîn ku kekê wê Mûstafa Sarikaya 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide, got, "Bedena wan dihele, em jî li derve dihelin." Şahîn bang li Tirkiye û welatên Ewropayê kir ku gavê biavêjin.

Rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê roj bi roj nebaş dibe. Çalakger bi biryardarî berxwedana xwe didomînin. Endamên malbatê ku dibînin berxwedêr roj bi roj nêzî mirinê dibin, ji bo serxistina vê berxwedanê hewl didin.

Xwişka berxwedêr Mûstafa Sarikaya Yuksel Şahîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir, berxwedan wê teqez bi ser bikev e.

'JI BO ME REWŞEKE GELEKÎ GIRAN E'

Şahîn ku li Belçîkayê dimîne, qala 5 mehên berxwedanê kir: "Greva birçîbûnê bi baldarî dişopînim, ji ber ku ev îrade wê teqez bi ser bikeve. Lê belê ji bo min gelekî giran e ku kekê min di greva birçîbûnê de ye. Ev rewşeke giran û bi êş e. Em jî di heman demê de li derve bi wî re di greva birçîbûnê de ne. Yên ku bi serê wan ve hatibe dikare vê êşê fêhm bike. Ne kêm e, bi mehan e didome. Dema ku di girtîgehê de bû gelek caran ketibû greva birçîbûnê, lê vê carê gelekî dirêj bû."

'EM LI BENDÊ NE KU BI SER BIKEVE'

Yuksel Şahîn got, "Yekane mijara ku em bi xwişkên xwe re diaxivin: hebûna kekê min di greva birçîbûnê de ye" û diyar kir, tevî ku ew ji bo têkoşînê vê yekê qebûl dike jî, lê ji ber ku xwişka wî ye û mirin nêzî wî dibe, ev yek lê giran e. Şahîn got, "Bêguman hêvî û bendewariya min ew e ku ev çalakî di dema herî kurt de bi ser bikeve, bidawî bibe."

'TÊKOŞÎN WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE'

Yuksel Şahîn diyar kir, mîna her kesî ew jî ji hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re bi hêvî bû û got, "Dema ku min bihîst hevdîtin bi Rêbertî re hatiye kirin, hêviyên min zêde bû. Gihîştin wê baweriyê ku tecrîd wê bi dawî bibe û grevên birçîbûnê bigihêje armanca xwe. Lê belê dema ku metna destpêkê ya li ser hevdîtinê hate xwendin, min fêhm kir ku tecrîd û berxwedana li dijî wê didomin. Mîna her kesî daxwaza min a herî mezin bidawîbûna tecrîdê ye. Ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve."

'DIVÊ DAYIK XWEDÎ LI BERXWEDANA ZAROKÊN XWE DERKEVIN'

Şahîn got, "Lê belê tenê bi hevdîtinekê, berxwedana 6 meh in didome bi dawî nabe" û bal kişand ser rola dayikan a ji bo serxistina berxwedanê. Şahîn got, "Dewleta Tirk bi vê zane. Heta ku dawî li tecrîdê neyê anîn wê grevên birçîbûnê bi dawî nebin. Em jî weke keseke ku birayê wê di çalakiyê de ye, heta dawiyê piştgiriyê didim vê berxwedanê. Berxwedêrên li girtîgehan hemûyan silav dikim. Lê belê dayikên girtiyan divê xwedî li berxwedana zarokên xwe derkevin. Gelekî girîng e ku dayik hemû xwedî li vê berxwedana ku wê dawî li tecrîdê bîne derkevin."

Şahîn bi taybetî daxwaza piştgiriya Kurdên li Ewropayê ya li dijî tecrîdê kir û got, "Beriya her tiştî banga min li gelê Kurd e: Xwedî li vê îradeyê derkevin. Bi taybetî divê gelê me yê li Ewropayê xwedî li vê îradeyê derkeve. Yên ku karibin bandora herî mezin bikin, gelê me yê li Ewropayê ye.

Ji vê derê bang li welatên Ewropayê û saziyên wezîfedar dikim. Bi taybetî divê CPT bikeve dewrê û çavên xwe li mirinê negire."