Li Bakirkoyê malbatên girtiyan hatin destgîrkirin

Dayikên girtiyan ên xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin, bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk. Di encama êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, îro jî xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê nobedê bigirin lê belê hatin astengkirin. Malbatên li kêleka rêya E-5 li hev civiyan, ji vê derê xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Polîsên Tirk pêşî li malbatan girtin û bi îdîaya ku çalakî qedexe ye, gelek kes destgîr kirin.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Di dema destgîrkirinê de polîsan nehiştin nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Îrfan Tûncçelîk dîmenan bikişîne û piştre Tûncçelîk destgîr kirin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Hûrî Tayfûr, Sacîde Tayfûr, Emîne Kaya, Vetha Bîngol, Naciye Karabaş, Asûman Çeşme, Yeter Seyhan, Gulsum Dag, Emîne Sarûhan û Guler û Beyaz ên paşnavê wan nehate zanîn.