ROJANE
Hemû Nûçe
-
Der barê 9 wekîlên HDP'ê de fezleke hate amadekirin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî di nav de, der barê 9 wekîlên HDP'ê de ji bo bidawîkirina mafê wan ê destnedanê, 13 fezleke hatin amadekirin. -
Dayika Topkaya yê rojiya mirinê: Tendiristiya wan pir xirab e
Fatma Topkaya, dayika Ahmet Topkaya yê ku li dijî tecrîdê li ser Ocalan di rojiya mirinê ye got, ''tendiristiya wan qet ne baş e' û xwest ku tecrîd rabe. -
Rojnameya Îngilîz ji bo Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir
Rojnameya Îngilîz Morning Star, ji bo rojnamevana dîlgirtî Kîbriye Evren ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, dest bi kampanyayê kir. Rojnameyê ragihand ku wê daxwaza azadiya Kîbriye Evren û rojnamevanên di greva birçîbûnê de ne bikin. -
Pompeo çû Iraqê
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo bi gumana ku Îran amadekariyê dike ku ‘êrîşî hêzên Emerîkayê’ bike, çû serdana Iraqê. -
Ferzad Can behsa Ulaş Bayraktaroglu kir
Endamê Komîteya Rêveber ê HBDH'ê Ferzad Can têkilî yek ji damezirînerê HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu axivî, ku 2017'an şehîd bûbû. -
Platforma Jiyanê ya li dijî tecrîdê: 11'ê Gulanê em li Dusseldorf
Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Ewropayê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bang kirin ku 11'ê Gulanê li Dusseldorfê bin. -
HDK: YSK nikare hilbijartineke bêalî bi rê ve bibe
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) got ku ‘amûra darbeyê’. HDK’ê diyar kir ku YSK nikare hilbijartineke bêalî bi rê ve bibe. -
Ji DKP/BOG'ê daxuyaniya li ser 'Hefteya Nemiran'
Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP) û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) bi wesîleya "Hefteya Nemiran a 9-16'ê Gulanê" daxuyaniyek da û şervanên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. -
Çalakiyên DGH’ê yên di meha Nîsanê de
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha Nîsanê de gelek çalakî li dar xistibûn. Bîlançoya çalakiyan hate eşkerekirin. -
Çalakiya kon a li Hildesheimê di hefteya şeşan de ye
Konê ku li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Ocalan ji bo şeş mehan hate vedan, di hefteya şeşan de ye. -
Ji Wezareta Edaletê re rapora 'grevên birçîbûnê' hate şandin
Heyeta Şopandina tecrîdê û grevên birçîbûnê, raporek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir. Di raporê de hate ragihandin, êdî grevên birçîbûnê ji asta krîtîk derbas bûne û hate xwestin, tecrîd tavilê bê bidawîkirin. -
HBDH'ê Bayraktaroglu bi bîr anî
HBDH'ê Ulaş Bayraktaroglu bi bîr anî û got, ''Têkoşîna wî di têkoşîna Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan de wê bidome.'' -
Xelatgirên Nobelê nameyek ji CPT re şandin
Bi navê Xelatgirên Nobelê yên daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dikin, Adolfo Perez Esquivel nameyek ji Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) Regis Brillat û endamê CPT ê ji Tirkiyeyê Berpirsyar Michael Neurauter re şand. -
HDP'ê li Berlînê dîplomasiyeke zêde dike
Trafîka dîplomasiyê ya şandeya HDP'ê ya li Berlînê didome. Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû got, "Ji bo ku biryara MPKE ya ya têkilî biryara tecrîdê were bicihanîn em dixwazin Elmanya zextê li ser Tirkiyê bike." -
Parlamenterê Kanadayî serdana Îba kir
Parlamenterê Partiya Conservative Kmiec serdana Yûsûf Îba kir ku 117 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye. Kmiec ji Îba re got ku çalakiya wî li Kanadayê jî deng vedaye û gelekî bandor li wî jî kiriye. -
Jinên li Stockholmê piştgirî dan Dayikên Aştiyê
Jinên Kurd ên li Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne û destekê bidin Dayikên Aştiyê, xwepêşandanek pêk anîn. -
Polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan hate şermezarkirin
Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kruz, piştî meşa 1'ê Gulanê twetek weşand û rêxistinbûna Kurdan Feykom weke 'terorîst' bi nav kir. Ev nêzîkatiya Kruz hate şermezarkirin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Berlînê ye
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 359'an de bi biryardarî didome. -
Çîçek: Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be
Ji berxwedêrên rojiya mirinê Zozan Çîçek diyar kir, wê biryardarî berxwedana xwe bidomînin û got, "Me soz dane Kemalan, Xeyriyan. Encam çi dibe bila bibe, serketin wê ya me be." -
ROJEVA 8'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Gulana 2019'an. -
HDP’yiyên mazbatayên wan nehatin dayîn serî li AYM’ê dan
Hilbijêrên HDP’yî yên bi hinceta bi BHQ’ê ji kar hatine derxistin mazbatayên wan nedan serî li AYM’ê dan. -
Çalakiya malbatan a Gebzeyê di roja 29’an de didome
Malbatên bi armanca balê bikêşin ser grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê, xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin lê belê polîsên Tirk malbat asteng kirin. -
Temellî: Me duh çi kiribe em ê îro heman tiştî bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku li pişt hemû bêedaletiyên li welat polîtîkayên şer hene. Temellî nerazîbûn nîşanî bêdeniya ji bo grevan kir, li ser derbeya AKP-YSK’ê jî got: “Me duh çi kiribe em ê îro jî heman tiştî bikin.” -
Heyeta HDP'ê bi seroka giştî ya SPD'ê re hevdîtin kir
Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi Seroka Giştî ya SPD'ê Andrea Nahles re hevdîtin kir. -
Nîsanê li Tirkiyê bi kêmanî 145 kes li ser kar mirin
Meclîsa ÎSÎG'ê ragihand Nîsanê 145 kes li ser ji ber bêtevdîriyê bi qezayan mirine.