Kûbîlay: Hevdîtin girîng e, lê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir, hevdîtina li Îmraliyê girîng e, lê belê divê tecrîd tavilê bi temamî bi dawî bibe.

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê pêk anî.

'DIVÊ HEVDÎTINÊN OCALAN ÊN BI PARÊZERAN RE BIDOMIN'

Kûbîlay bi bîr xist, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve piştî 8 salan parêzerên Ocalan derfet dîtin ku 2'ê Gulanê muwekîlê xwe bibînin û got, "Li gorî me ev gav dereng hatiye avêtin, lê gaveke girîng û rast e. Em vê hevdîtina navbera Birêz Ocalan û parêzerên wî de hatiye kirin gelekî hêja û girîng dibînin. Divê hevdîtina bi parêzeran re ji niha û pê ve jî bidome. Tecrîdkirina Ocalan a heta vê demê, li dijî Destûra Bingehîn, qanûnan û peymanên navneteweyî ye."

Kûbîlay anî ziman, tecrîd beriya her tiştî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Hûn kê çawa ceza bikin jî, hikumxwar û girtî li asta navneteweyî xwedî maf û garantiyan e. Di vir de ya ku ji bo Birêz Ocalan tê xwestin, bidawîkirina vê neheqî û cihêkariyê ye. Lewma Birêz Wezîrê Edaletê û hikumetê gaveke bi wêrekî avêtiye, em girîng dibînin û dibêjin ku divê bidome. Ji xwe ji şaşiyeke demeke dirêj e didome vegeriya ye û ev yek baş bûye. Lewma dema hevdîtinên Ocalan û girtiyên din bi parêzer û malbatên wan re bi rêk û pêk pêk hatin wê were dîtin ku çalakiyên greva birçîbûnê jî wê bi dawî bibin. Armanca bingehîn jî ji xwe bi vî rengî ye."

Kûbîlay bal kişand ser berxwedêrên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê û got, "Mijar mijareke însanî û hiqûqî ye. Divê gavên pêwîst bên avêtin û bêyî ku di rojiyên mirinê de encameke giran rû bide, em dixwazin tecrîd êdî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve û grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin."