Federasyona Gaziyan şehîd Çekdar bi bîr anî

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Çekdar bi bîr anî û wiha got, "Em soz didin ala têkoşînê ya heval Çekdar her tim bilind bikin, hêvî û xeyalên şehîdên xwe bi serkeftina herî pîroz, tacîdar bikin."

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata şehîd Çekdar û tevahî gelên herêmê re xwest û soza bilindkirina ala têkoşînê ya şehîd Çekdar da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

"Hevalê me yê gaziyê şer dilsozê xak û gelê xwe Çekdar Til Hemîs (Ridwan Beşîr Mihemed) ê ji bo azadiya gelan bi lehengiyeke mezin di nav refên şoreşê de cih digirt, ji ber nexweşiyeke giran a ew demeke dirêj e berdewam dikir, şehîd bû.

Heval Çekdar ê li Til Hemîsê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li dinyayê vekir, di pêvajoyeke ku ji her alî ve êrîş li ser xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibûn de, 2014’an ji bo parastina rûmeta gelan biryara xwe da û tevlî nav refên şoreşê bû.

Hevrê Çekdar ê di nav refên şoreşê de xwe bi bîrdozî û ramanên Rêber Apo pêş xistibû û bibû yek ji şervanên Apoyî yên leheng, di sala 2017’an Til Hemîsê de, di encama teqîna mayînekê de birîndar dibe û ji her du lingên xwe felc dibe.

Tevî birîndariya xwe jî hevalê me Çekdar li ser esasê “Gazî pêşengên şoreşê ne” ti tiştek li hember xwe weke astengî nedît. Timî bi fedakarî bi hemû karên şoreşê ku radibû, ji heval û gelê xwe re çavkaniya moral û hêzê bû.

Heval Çekdar 21’ê Hezîranê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyê şer di serî de ji malbata me hêja ya şehîd Çekdar re, ji tevahî gelên herêmê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ala têkoşînê ya hevalê Çekdar her tim bilind bikin, hêvî û xeyalên şehîdên xwe bi serketina herî pîroz tacîdar bikin."