'Kêr êdî li ser hestî ye'

Ji berxwedêrên rojiya mirinê Asli Dogan destnîşan kir, di qonaxa heyî ya berxwedanê de gilî û gazin têrê nakin û got, "Kêr li ser hestî ye. Çi ji destê kê tê divê bike."

Yek ji çalakgerên rojiya mirinê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê Asli Dogan e ku 13 sal in girtî ye. Dogan destnîşan kir, heta ku tecrîd bi dawî nebe, wê qirkirin jî bidome û got, "Ya girîng ew e ku em ji xwe piştrast bin û ji bo bidawîkirina tecrîdê çi ji destê me tê wê bikin. Eger em hevdu temam bikin, em ê teqez bi ser bikevin."

Ji berxwedêrên rojiya mirinê Asli Dogan li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tê hiştin. Sala 1979'an li navçeya Depê ya Xarpêtê ji dayik bû. Sala 2002'na tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Piştî jehrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girankirina tecrîdê, dawiya sala 2006'an ji bo çalakiya fedayî derbasî Tirkiyeyê bû. Destpêka sala 2007'an hate girtin. 13 sal in girtî ye. 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir. 30'ê Nîsanê greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.

HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE, QIRKIRIN WÊ BIDOME

Asli Dogan destnîşan dike, ew serbilind û bi rûmet e ku bi ruhê serketinê û kelecana hêza manewî ya berxwedanê cihê xwe di navenda vê berxwedanê de digire; bi biryar e û bi moral e. Asli Dogan roja 5'ê Gulanê nameyek şand û destnîşan kir, li dijî israra faşîzma AKP-MHP'ê ya ji bo qirkirinê, ew bi biyar in ku çalakiyên xwe yên ji bo bidawîkirina tecrîdê mezin bikin û got, "Armanca bingehîn û sereke ya qirkirinê ew e ku Rêberê Gelê Kurd bide jibîrkirin; gelê Kurd bê nasname, bê rêbertî, bê dîrok, bê zîhniyet, bê rêveberî û bê aborî bihêle. Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê navenda qirkirinê ye. Şêweyên şerê taybet/psîkolojîk hemû, destpêkê li wir tên bicihanîn, piştre li dijî gel. Qirkirin ev e. Heta ku dawî li tecrîda li Îmraliyê neyê anîn wê qirkirina li gelê Kurd tê ferzkirin hîn hovane bibe."

GOTINA RASTIYAN TÊRÊ NAKE

Dogan destnîşan kir, di qonaxa heyî ya berxwedanê de gilî û gazin, gotina rastiyan an jî rexnekirin têrê nake û got, "Berevajî, ev hemû qirkirinê yanî sîstema tecrîdê xwedî dikin. Divê em êdî nebin qurban an jî sûcdarê qirkirinê. Kêr li ser hestî ye. Em di rojên welê de ne ku dîroka xwe bi xwe diyar bikin. Ji bo vê jî divê her kes li cihê lê ye xwe bi rêxistin bike û çi ji destê kê tê, wê bike. Divê gel û berxwedêrên li zindanan hev temam bikin.

EM BI XWE PIŞTRAST BIN

Dîrokeke me ya bi berxwedanê dagirtî, asteke me û tecrûbeyeke me ya fêhmkirinê ya mezin a têkoşîna 40 salî heye. Ya pêwîst ew e ku em bi hev piştrast bikn û ji bo bidawîkirina tecrîdê çi pêwîst be wê bikin. Eger em bi hev re tevbigerin, hev temam bikin em ê bi ser bi ser bikevin."