Îsraîl Tehranê bi dijwarî bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li dijî peytaxta Îranê Tehranê êrîşeke berfireh ku ‘mînaka wê nîne’ pêk anî.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 11’emîn de didome. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz, ragihand ku artêşa Îsraîlê bi "hêzeke ku mînaka wê nîne" êrîşî hedefên rejîmê li navenda Tehranê kiriye. Katz, got ku êrîş bi fermana Serokwezîr Netanyahu û wî hatine kirin.

BAREGEHÊN BESÎC Û PASDARÊN ŞOREŞÊ HATIN XISTIN

Di daxuyaniyê de cihên ku hatine hedefgirtin bi vî rengî hatin rêzkirin:

-Baregeha Besîcê

-Zindana Evîn (ji bo girtiyên siyasî û dijberên rejîmê)

Saeta "Wêrankirina Îsraîlê" li Meydana Filistînê

Baregeha ewlehiya navxweyî ya Pasdarên Şoreşê

Baregeha îdeolojiyê

Baregehên din ên rejîmê hedef tên girtin.”

Katz got, "Dîktatorê Îranî dê bedela her êrîşeke li ser Îsraîlê bide. Operasyon dê berdewam bikin heta ku armanc werin bidestxistin."

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI SER KERECÊ

Artêşa Îsraîlê, her wiha êrîşeke hewayî li ser bajarê Kerecê yê li bakurê Îranê pêk anî. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li herêmê çend teqîn çêbûne.

LI TEHRANÊ QUTBÛNA ELEKTRÎKÊ

Li gorî çapemeniyên herêmî santraleke elektrîkê li Tehranê rastî êrîşekê hat, ku bû sedema qutbûna elektrîkê li bajêr. Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, zirara li xetên belavkirina elektrîkê bûye sedema qutbûnên elektrîkê.