Komeleya Kurd a Toronto bi hikûmeta Kanadayê re hevdîtin kir

Komeleya Kurd a Torontoyê, bi hikûmeta Kanadayê re di mijara alîkariya ji bo Rojava hevdîtin kir.

Komeleya Kurd a Torontoyê, bi hikûmeta Kanadayê re di mijara alîkariya ji bo Rojava hevdîtin kir. 

Hevserokê Komeleya Kurd a Torontoyê Îhsan Kaya û Berdevkê Komîsyona Karên Derve Hadî Elîs, bi Sekreterê Parlamentoyê û Berdevkê Wezîrê Karên Derve Bernard Trottîer re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de ya yek zincîra hevdîtinên piştî Konferansa Kurd a li Kanadayê pêk hatibû,  di mijara alîkariya ji bo Rojava de dikare çi bê kirin, hat nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de biryar hat girtin ku di rojên pêş de dîsa bên cem hev.