HDP: Berpirsê cînayetên kar AKP ye
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kubîlay diyar kir ku di 5 mehên salê de 646 karkerî jiyana xwe ji dest daye û got AKP û patronên xwe ji mirinan berpirsin.
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kubîlay diyar kir ku di 5 mehên salê de 646 karkerî jiyana xwe ji dest daye û got AKP û patronên xwe ji mirinan berpirsin.
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kubîlay diyar kir ku di 5 mehên salê de 646 karkerî jiyana xwe ji dest daye û got AKP û patronên xwe ji mirinan berpirsin. Kubîlay diyar kir ku desteyên ewlehiya kar û tenduristiya karkeran divê li kargehên xwe ava bikin û bi sendîka û rêxistinên pîşeyî re ewlehiya canê karkeran bigirin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Gunay Kubîlayi, têkildarî cînayetên kar yên zêde bûne de daxuyaniyek nivîskî da.
Kubîlay got li gorî daneyên ku Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di 5 mehên ewil ên salê de 645 karker mirine û got: “Di 3,5 salên dawî de ji karkerên li dijî şert û mercên xebatê û sendîkaya zer serî hildane herî 236 karker mirine. Di dema hikûmeta AKP’ê de ev hejmar gihişt 15.000’î.”
DIVÊ EWLEHIYA KAR Û TENDURISTIYA KARKERAN BÊ AVAKIRIN
Kubîlay got di 22’ê Hezîranê de di rojekê de li Antalya, Kirikkale, Konya, Manîsa, Îzmîr û Kayseriyê herî kêm 7 karkerî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em hemû kedkarên xwe yên ku şerê jiyan û nanê xwe didin û dibin qurbaniyên hêrsa kar a sermayeyê, bi rêzdarî bibîr tînin. Yekane berpirsên van desthilatdariya AKP’ê ye. Em AKP’ê protesto dikin. Li Tirkiyeyê xebat bûye bazara can. Hemû partiyên xebatên koalîsyonê dimeşînin divê çareseriya xwe ya di aliyê cinayeta kar de çi ne aşkera bikin. Partiya me çareseriya pirsgirêkên kar û pêşîgirtina mirinan, bi xebateke ewlekar pêkan dibîne. Divê desteyên ewlehiya kar û tenduristiya karkeran li her kargehan ava bikin û bi sendîka û rêxistinên pîşeyî re ewlehiya canê karkeran bigirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê ewlehiya kar bê girtin, dawî li mirinan bê girtin û berpirs bên darizandin.