Li Kobanê hejmara kesên hatine qetilkirin derket 152’yan

Hejmara welatiyên ku di êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Berxbotan û navenda Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, derket 152’yan.

Hejmara welatiyên ku di êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Berxbotan û navenda Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, derket 152’yan.

Li gorî agahiyên ku ji Saziya Malbatên Şehîdan hatine wergirtin, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Berxbotan ê li başûrê Kantonê û navenda Kobanê de, 152 jin, zarok, pir û kal ên bêparastin hatine qetilkirin. Di êrîşan de 180 kes jî birîndar bûn.

Ji kesên ku şehîd bûne, 26 kes li gundê Berxbotan û 126 kes jî li navenda Kobanê hatine qetilkirin.

Rayedaran diyar kirin ku ev hejmar li gorî cenazeyên ku hatine nexweşxaneyê hatine  diyar kirin û gumana ku hejmar zêdetir bibe heye.