Tuncel: Divê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bên

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê pêk tê da û diyar kir ku divê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka vegerin ser madeyê û şertên azadiyê yên Ocalan pêk bên.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê pêk tê da û diyar kir ku divê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka vegerin ser madeyê û şertên azadiyê yên Ocalan pêk bên û wiha got: "Di şexsê Ocalan de pêşeroja gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ye."

EM Ê LI HEMBER TECRÎDÊ BISEKININ

Koordînasyona HDK'ê ya Stenbolê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya duh li Kobanê li buroya HDK'ê ya li Kolana Îstîklalê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî tevlî civînê bû. Ewil Endamê Koordînasyona HDK'ê ya bajar Şamîl Atlan axivî. Altan diyar kir ku hem tecrîda li Girava Îmraliyê û hem jî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê encama polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê ne. Altan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin hewildana têkîliya serokek ji gelê xwe bêqutkirin e û wiha got: "Tecrîda li hemberî Ocalan êrîşekî li hemberî kedat kurd û HDP'ê ye. Divê hemû saziyên me li hemberî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin rawestin.

DI ŞEXSÊ OCALAN DE PÊŞEROJA GELAN DI TECRÎDÊ DE YE

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku 16 salin Ocalan bi hiqûqî taybet di bin tecrîdê de tê girtin di şexsê Ocalan de tenê gelê kurd na li hemberî gelên Tirkiyeyê hiqûqî taybet tê bikaranîn. Tuncel anî ziman ku Ocalan  ne tenê ji bo aştiya Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e û wiha got: "Sedema AKP dixwaze têkîliya Ocalan û gel ji hev qut bike polîtîkaya Rojhilata Navîn li gorî xwe saz bike ye."

Tuncel mutabeqata Dolmabahçe ya Heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê bi hev re aşkera kirin bibîr xist û da zanîn ku pişt re Serokkomar Erdogan got, "mase tineye" û wiha axivî: "Ew maseyekî dîrokî ye. Em weke HDK difikirin ku demildest vegerin ser wê maseyê. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên civakî yên Tirkiyeyê divê vergerin ser wê maseyê. Divê demildest muzakere dest pê bikein. Ligel vê yêkê divê şertên Ocalan ên azadiyê pêk bên. Ji ber ku di şexsê Ocalan de pêşeroja gelên Tirkiyeyê di bin tecîrîdê de tê girtin."

BÊYÎ HEVKARIYA TIRKIYEYÊ NE MIMKUN E

Tuncel bal kişand ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh li hemberî Kobanê û ne mimkûne DAIŞ bikeve Kobanê. Tuncel bilêv kir ku ji bo îdiayên çeteyên DAIŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Kobanê lêkolîn bike komîsyonekî serix bê avakirin û wiha axivî: "Em dizanin Komara Tirkiyeyê ji serî heya niha piştevanî da DAIŞ'ê. Em vê yêkê ji çekên bi TIR'an şan in dizanin. Dîsa kesên êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga HDP'ê ya Amedê pêk naîn heye. Çawa çêbû ku roja teqînê ji aliyê A.A. ve hat zanîn. AKP wê hesab û bersiva vê yekê bide."

Tuncel destnîşan kir ku tercîr û êrîşa li hemberî Kobanê ji hev cuda nîn in û wiha axivî: "Heke îro heyet bi Ocalan re hevdîtinê bike wê ji Tirkiyeyê re aştiya mayînde pêk bê."