ÎHD û TÎHV’ê rapora îşkencê û binpêkirina mafan amade kir

ÎHD û TÎHV’ê rapora ku bi munasebeta “26’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî îşkence û piştevaniya kesên rastî îşkenceyê hatine” amede kiriye de aşkera kir ku 54 jî zarok 235 kes, di 5 mehên destpêkê ya 2015’an de jî 51 kes rastî îşkenceyê hatine

ÎHD û TÎHV’ê rapora ku bi munasebeta “26’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî îşkence û piştevaniya kesên rastî îşkenceyê hatine” amede kiriye de aşkera kir ku 54 jî zarok 235 kes, di 5 mehên destpêkê ya 2015’an de jî 51 kes rastî îşkenceyê hatine û hate xwestin ku li hemberî mafê jiyanê rêzdarî bê nîşandan û polîtîkaya necezakirinê jî dawî lê bê.

ÎHD û THÎV bi munasebeta “26’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî îşkence û piştevaniya kesên rastî îşkenceyê hatine” rapora ku amade kirin li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re parve kirin. Serokê Gişti yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Serokê TÎHV'ê Sezaî Berber tevli daxuyaniyê bûn û Turkdogan daxuyaniyê xwend. Turkdogan diyar kir ku di qanûnên gerdûnî de mafê mîrovan di bin parastinê de ye, lê li Tirkiyeyê mafên mîrovan di bin zext û zordeyî de ye. Turkdogan anî ziman ku li Tirkiyeyê îşkence didomin û wiha berdewam kir: "Amûra îşkenceyê hîn jî bi awayekî zêde tê bikaranîn. Ev rewş nîşan dide ku di derbarê îşkenceyê de Tirkiye di vê rewşê de ye."

Turkdogan bi van gotinan bal kişand ser îşkenceyê: "Îşkence li ser mîrovan bi awayekî ruhî, fîzîkî tê domandin û kesayeta mîrovan ji holê radike.” Turkdogan diyar kir îşkenceya ku li ser mirovekî tê kirin, bi awayekî li ser malbata wî û li ser gelan tê kirin. Turkdogan ragihand ku sîstema otorîter ve totalîter di warê îşkenceyê de bi hemû saziyên xwe ve li dijî mîrovan dixebitin.

Turkdogan bilêv kir ku di bûyerên civakî de dewlet li dijî mîrovan îşkenceyê pêk tîne ji van îşkenceyekî jî gaza îsotê ye û wiha got: "Di 2014'an de ji ber gaza îsotê 463 kes birîndar bûne, 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.” Turkdogan bal kişand li ser ropora TÎHV'ê ya ku di 2014 û 2015'an de amedekiriye û wiha berdewam kir: "Di 2014’an de 787 kes ji ber îşkence dîtine hatine TÎHV'ê û sêrlêdan kirine. Di 2015'an de di nav 5 mehên destpêkê de 280 kesan serî li TÎHV'ê dane.”

LI GIRTÎGEHAN ÎŞKENCE DIDOMIN

Turkdogan da zanîn ku li girtîgehan jî îşkence didome û wiha pêde çû: "Li girtîgeha Tipa F’yan tecrîtekî mezin heye. Li dijî qanûna girtgehan nêzikî girtiyan dibin û li vir mafê girtiyan ji holê radikin." Turkdogan bal kişand li ser girtîgehên zarokan û wiha got: "Li girtîgehan li ber çavên rêveberên girtîgehan zarok rastî îstîsmara zayendî tên û bi şîdetê re rû bi rû dimînin.” Turkdogan got ku li ser nêzikîtiya dewletê jî nirxandina "AKP bi qanûnên ku di meclîsê de derbas dike ve li girtîgehan zextên xwe zêde dike” kir.

Turkdogan derbirî ku li gorî rapora ÎHD'yê di 2014'an de 54 zarok 235 kes, di 2015'an de di nav 5 mehên destpêkê 51 kes rastî îşkenceyê hatine. Tukdogan anî ziman ku ji 9’ê Gulanê heta niha li girtîgehan 282 giran 721 girtiyên nexweş hene û rastî pêkanînên xirab tên. Turkdogan diyar kir ku polîtîkaya necazakirinê didome û li ser saziyên sivîl zext hene.

Tukdogan bang li dewletê kir û ev daxwazane anî ziman: “Bila dev ji polîtîkayên necazakirinê berde. Bila gaza îsotê bê qedexekirin. Bila der barê dozên ku ji ber demborînê hatine girtin sererastkirinên qanûnê bêkirin û riya darizandinê bên vekirin û sucdar bên darizandin. Qanûnên ku rê dide girtina zarokan bên rakirin û girtîgehên zarokan bên girtin, heta ku tên girtin jî bila ji bo kontrola rêxistinên mafên mirovan re bê vekirin."