BI DÎMEN

Li Viyanayê lanet li çeteyên DAIŞ'ê hat anîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin.

Di mîtînga protestoyî ya li Stephansplatzê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê û Nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê axivîn. Di axaftinan de êrîş bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat gotin, "Şervanên azadiyê yên Kurdan ên bi rûmet YPG/YPJ wê ji sedî sed hesabê vê bipirsin. Em dizanin ku barbarên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re hatine; ji ber vê yekê Tirkiye jî wê hesabê vê bide gelê Kurd."

Mîtînga ku ji aliyê PYD Awûstûryayê ve hat organîzekirin, ji pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Viyanayê jî destek dît.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Terorîst DAIŞ", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.