Demîrtaş û Yuksekdag: Divê eniya demokrasî û azadiyê ava bibe

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag destnîşan kirin, ku li dijî êrîşên li hemberî mirovahiyê divê eniya demokrasî û azadiyê ya navneteweyî were avakirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag destnîşan kirin, ku li dijî êrîşên li hemberî mirovahiyê divê eniya demokrasî û azadiyê ya navneteweyî were avakirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, der barê komkujiyên sivîlan ên li Kobanê û deverên cuda yên cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi gumanbariyeke mezin em şerekî giran û rewşeke kaotîk a jin û zarok di nav de her roj bi sedan sivîl tên qetilkirin, ku sînor û wijdanan nas nake, dişopînin" û ev xal hat destnîşankirin:

'DIVÊ ENIYEK BÊ AVAKIRIN, YÊN DESTEKÊ DIDIN QETLÎEMKARAN WERIN ÎZOLEKIRIN'

"Mixabin şert û mercên siyasî û civakî yên gelên me xwe di nava ewlehî û aştiyê de bibînin, lawaz dibin. Atmosfereke xwe dispêre navenda şîdetê û mirovan li dijî hev radike, di nava krîzê de rê li ber krîzên nû vedike.

Li dijî bûyerên şîdetê yên ji her şêwe nîjadperestî, mezhebperestî û nexweşbîniyê peyda dibin, dema avakirina eniyeke azadî û demokrasiyê ya navneteweyî ji zûdeyî hatiye. Lewma, ji bo qelskirina van krîzên di zikhev de ne, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê nûnerên olî, civakî û siyasî yên azadîparêz ên gelên cîhanê.

Aşkera ye ku qetilkirina zêdeyî 150 sivîlan li Kobanê bi awayekî plankirî, êrîşên bombeyî yên li hemberî mizgeftên Şîa, serdegirtina perava Tûnsiê û êrîşa li febrîqeyeke li Fransayê yên di rojên dawî de rû dan, ji hev cuda nînin. Ji bo rêxistinên weke El Qaîde, DAIŞ û El Nûsra û hemû derdorên siyasî yên yekser an jî neyekser destekê didin van rêxistinan werin îzolekirin û bên darizandin, wezîfeyeke dîrokî li pêşiya civaka navneteweyî ye."

'BI TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ RE EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Demîrtaş û Yuksekdag diyar kirin ku weke HDP ji bo pêşvebirina eniya demokrasî û azadiyê ew ê bikevin nava hemû hewldanan, li dijî rêxistinên qetlîemkar û nîjadperest ên li Tirkiyeyê jî hene, mîna di teqîna li Amedê de ew ê piştevaniyê xurt bikin û got, "HDP wê li hemberî her şêwe êrîşa li dijî mirovahiyê, bi têkoşîna azadî û demokrasiyê li ber xwe bide. Li dijî yên zimanê qedexekar, zextdar û dijberkirinê bikar tînin, bi vî rengî desteka vekirî yan jî sergirtî didin şîdetê, têkoşîn wê bêyî astengiya sînoran bi hevkariya gelan dewam bike. Bila rehma Xwedê li mirovên li Rojava, Tûnis, Qûweyt û Fransayê jiyana xwe ji dest dan be, ji gelan re sersaxî, ji birîndaran e jî em şîfa xêrê dixwazin. Em êşa gelên me yên xizmên xwe winda kirine, parve dikin."