Li Helebê pevçûn didomin

Li gundên Wehşiye, Til Malid, û Qezel Mezeaa yên derdora Ezazê ji 30‘ê Gulanê ve di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û çekdarên bi ser ve û di navbera çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn berdewam e.

Li Helebê  şer û pevçûnên di navbera çêkdarên muxalefetêû hêzên Rêjîmê de dom dikin, di encamê de hin welatiyên sîvîl jî di nava de  bi dehan kuştî hene. Li Ezazê jî di navbera çeteyên DAIŞ‘ê û Cebhet El- Nusra û çekdarên girêdayî wê de pevçûn didomin.

Li gundên Wehşiye, Til Malid, û Qezel Mezeaa yên derdora Ezazê ji 30‘ê Gulanê ve di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û çekdarên bi ser ve û di navbera çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn berdewam e, ji ber şerê di navbera çeteyan de gelek welatiyên sîvîl malên xwe terik kirin û koçber bûn. Hejmarek mezin ji koçberan berê xwe dan Efrînê û hin ji wan di ser Efrînê re berê xwe didin cihên bi ewle.

Piştî şer û pevçûnan çeteyên DAIŞ‘ê sotemenî ji ser parêzgeha Heleb û Idlibê qut kirin û ji ber vê yekê vî yekê bandoreke neyênî li jiyana welatiyan hatiye kirin. Navendên tenduristiyê yên Helebê rawestiyane, welatî neçar dibin xwe bigihînin deverên din gelek nexweş û birîndarên ji ber topbaranê berê xwe didin kantona Efrînê û di nexweşxaneyên kantonê de têne dermankirin.

Balafirên rejîma Sûriyeyê şevê din bajaroka Ehres a Helebê  ji aliyê bakur ve bombebaran kir di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan lê der barê hejmarê de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, her wiha 20 kesên din birîndar bûn û gelek ziyanên madî gihiştin malên welatiyan.

Li bajaroka Herbel ya bakurê Helebê û herêma Ezaz rêjîma Sûriyeyê du rokêt avêtin, di encamê de welatiyekî sîvîl jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû.

Hêzên Rejîma Sûriyeyê bargehên çekdarên muxalefetê li taxa Sukerî, Eşrefiyê, Benîzeyd, Cebelqubê, Babelnsir bombaran dikin, lê der barê ziyaniyan de ti agahî nehatine bidestxistin.

Her wiha hêzên Rejîmê derdora bajaroka Mensûr a rojavayê Helebê bombebaran kir.

Ji aliyekî din ve çekdarên muxalefetê bi çekên giran bargehên rejîmê li taxa Xalidiyê hedef girtin, di encamê de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin.